23 Sibat 2017•Rojanekirin: 24 Sibat 2017
BAB
Ber bi navenda Baba navçeya Helebê pêşdaçûna Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) a ku Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) piştgiriyê didê dewam dike, malbatên ku ji zilma DEAŞa rêxistina terorê direvin û tên herêmên mixalifan li dorberê Susanbata gundê Babê ji xwe re konan datînin û jiyana xwe didomînin.
Gelek malbatên ku piraniya wan ji jin û zarokan pêk tên bi îmkanên xwe va ji xwe ra konan datînin û li herêma ku lê av û ceyran tune di nav şertên zor da têkoşîna jiyanê didin.
Malbatên ku hemû amûrên xwe li wê derê hiştin û bi tenê çend heywanên xwe bi xwe ra anîne û li dorberê konan diçêrînin ji bo xilasbûna zilma DEAŞê her roj dia dikin. Malbat bawer dikin ku herêma hatinê hinekî ji Babê ewledartir e û ji bo eqrebeyên xwe yên ku ji ber zilma DEAŞê mirin jî li ber xwe dikevin.
Meryem Xezala jina ji Sûriyeyê diyar kir ku ji vir 3 roj berê ji Babê revîn û xwe sipartin vê derê.