Haydar Şahin
05 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2019
Muhammet Tursunê 9 salî yê nexweşê serebral palsiyê li Agiriyê beşdarî qursa sobaniyê bû û bi saya qursê BI dest rêvaçûyînê kir.
MuHammetê 9 salî yê nixuriyê Yilmaz û Yeter Tursunê li Ferata taxa bajêr dijî ji bo ji nexweşiya serebral palsiyê xilas bibe bi salan têkoşîn da.
Ji ber ber serebral palsiya nexweşiya zikmakî dest pê dike Muhammet ne diaxivî û ne jî dikaribû bimeşiya. Malbata wî ji bo dermankirinê Muhammet li gelek bajaran gerand lêbelê tu feydeyek nedît.
Muhammet li ser medyaya civakî pê hesiya ku li Zanîngeha Agirî Îbrahîm Çeçenê (AÎÇU) dersa sobaniyê didin astengdaran û li ser vê malbata wî qeyda wî li qursê çêkir. Muhammet ji vir 3 meh berê dest bi qursê kir.
Muhammet ji Baykal Karataşê Hîndekarê Perwerdeya Spor xw Bedenê yê AÎÇUyê û xwendekarên beşê perwerdeya sobaniyê hilda, bi saya sobaniyê deziyên wî xurt bûn û gavên xwe yên ewil avêt.
Mamosteyan eleqeyeke taybet nîşanî wî dan û Muhammet dema sobaniyê zêde kir û di nav 3 mehan da dest bi rêvaçûyînê kir.
Muhammet bi gavên piçûk meşiya, malbata wî û mamosteyên wî gelekî şa bûn.

- "Hefteyê gav avêt"
Prof. Dr. Abdulhalîk Karabulutê Rektorê AÎÇUyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 2 sal e li zanîngehê qursê didin xwendekaran û hetanî nika kêmzêde 2 hezar kesî perwerdeya sobaniyê dît.
Êdî havîn hat û Karabulut bangî hemû xwendekarên li Agiriyê kir ku bira werin sobaniyê hîn bibin û wiha axivî:
"Em îsal wekî zanîngeha bêasteng hatin bijartin. Me di vê mijarê da serkeftineke girîng bi dest xist. Me bi hevalan ra xeberda ku girîngiyê bidin ser zarokên astengdar ku sobaniyê hînî wan bikin. Me di vê çarçoveyê da sobanî hînî xuşk û birayên xwe yê nastengdar kir. Muhammetê nikaribûya rêva biçûya jî dest bi qursê kir. Cara ewil vê hefteyê gava xwe avêt û em gelekî kêfxweş bûn. Ji bo me ya girîng ew e ku zarokên me jiyana xwe bi kêfxweşî bidomînin."
- Gelekî pêş ket
Baykal Karataşê hîndekarê perwerdeya sobaniyê da Muhammet jî got ji bo ku zarokên astengdar ji astengan xilas bibin her tim alîkariyê didin wan.
Karataş diyar kir ku sobaniyê heyata Muhammet guherand, ew ê di pêşerojê da bikaribe biaxive û bawer dikin ku di pêşbaziyan da şampiyontiyan qezenc bike û wiha axivî: "Me dît ku bavê wî ji bo wî gelekî li ber xwe dide û li ser vê got sobaniyê hînî Muhammet bikin. Muhammet di nav 3 mehan da gelekî pêş ket. Muhammet jî gelekî dixwaze. Di axaftinê da tengasiyê dikişîne lêbelê em çi bêjin fehm dike. Ji bo xwe îfade bike hin hereketan dike."
-"Di navbera halê wî yê berê û nika da ferqeke mezin heye"
Yilmaz Tursunê bavê Muhammet jî gor wisa şa dibin ku nikarin şabûna xwe terîf bikin.
Tursun got bawer dike kurê wê ew ê hêdî hêdî rind bibe û wiha pê da çû:"Em nika gelekî kêfxweş in, ez ji mamosteyên me yên Baykal û Ahmet ra gelekî sipas dikim. Di navbera halê wî yê berê û nika da ferqeke mezin heye. Berê evqasî çalak nebû û nediket nav civakê. Di halê xwe da bû û bi saya mamosteyên xwe hînî sobaniyê bû û nika bi rihetî dimeşe. Berê qet nikaribû bimeşiya, şikur êdî dimeşe û înşaellah ew ê hê jî baş bibe."