20 Tebax 2018•Rojanekirin: 25 Tebax 2018
DIYARBAKIR
Piştî ku 2 sal berê li Durumluya mezreya Diyarbekirê terorîstên PKKyî bi kamyona bombebarkirî êrîş kirin û 16 kes hatin kuştin, 36 zarokên ku sêwî û êtîm man bi xemgînî dikevin Eyda Qurbanê.
Zarokên li Durumluyê yên ku 12ê Gulana 2016an da di qetlîama endamên PKKyê da xizmên wan hatin kuştin, bi hesreta bav û xizmên xwe çûn serdana mezelên wan.
Zarokên ku di eydê da xemgîn in çûn serdana mezelên bav, ap û xalên xwe.
- Qetlîama Durumluyê
Endamên PKKya rêxistina terorê kamyona ku 15 ton teqemenî barkirî bû şeva 12ê Gulana 2016an da li Durumluya mezreya Diyarbekirê teqandibûn û ji ber teqînê 16 kes hatibûn kuştin û 23 kes jî birîndar bûbûn.