Önder Beyter
15 Mijdar 2017•Rojanekirin: 17 Mijdar 2017
AGRI
Arzu Kalkana ku li Elaşgira navçeya Agiriyê dijî, bi hêvî li benda wê rojê ye ku keça wê ya 3,5 salî Zeynep Tuana ya ku 5 meh berê hat tesbîtkirin ku duçarî pençeşêra pişikê bûye û porê wê hemû daweşiyaye, qenc be. Arzu Kalkan dixwaze ku cardin porê keça xwe şeh bike.
Zeynep Tuana ku ji 6 zarokên karkerê înşeatê Yusuf Kalkan û kebanî Arzu Kalkan, ya herî piçûk e û li taxa Lozanê rûdinin, ji ber giliya kuxukê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Elaşgirê.
Keçika piçûk Zeynep Tuana ya ku li vir jî tebatî nehatê, sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ankara Onkolojiyê kirin. Paşê li vir hat tesbîtkirin ku Zeynep Tuanaya piçûk duçarî pençeşêra pişikê bûye.
Li Enqereyê çend rêbazên tedawiyê li ser Zeynep Tuanayê ceribandin û hingê ji ber tunebûna malê dinê malbat mecbûr ma û cardin vegeriya memleket.
Dayîk Kalkanê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku 6 zarokên wê hene û mêrê wê jî li Stenbolê di înşeatê da dişixule.
Dayîk Kalkanê destnîşan kir ku keça wê ya 3,5 salî dikeve kemoterapiyê û wiha xeber da:
"Keça min piştî ku ket kemoterapiyê, porê wê hemû daweşiya. Niha piçekî hat, lêbelê dixtor dibêjin wê cardin daweşe. Keça min timî nexweş diket û dema me dibir ser bijîşk jî digotin tiştekê wê tuneye. Bijîşkê li Enqereyê pirs kir, 'Ma hûn berê qet neketin şikê?' Ji ber ku me berê tiştekî wiha nedîtibû, me pê dernexist. Porê keça min dirêj bû, dema daweşiya pir li ber xwe ket, giriya. Digot, 'Dayê bira porê min daneweşe.' Ez tenê dixwazim ku keça min qenc be û ez jî porê wê şeh bikim. Tişteke din jî naxwazim."
Kalkanê diyar kir ku keça wê divê li ciyekî paqij bimîne û wiha xeber da, "Divê em baş miqatî wê bin, paqij xwedî bikin. Lêbelê şert û mercên me yên malê ne guncaw in. Dûmana sobeyê pir bizirar e. Em di sobeyê da sergînan dişewitînin. Sergîn ji bo keça min ne baş e, keça min dikuxe."
Arzu Kalkanê bal kişand ku mêrê wê Yusuf Kalkan di înşeatan da dişixule û wiha pê da çû:
"Mêrê min di pêvajoya tedawiyê da timî li cem me bû, nedixebitî. Me bi alîkariya eqrebayan îdareya xwe dikir. Herî dawîn ji ber ku îdare nebû, mêrê min cardin bo şixul çû Stenbolê. Ne zivistan e, zarok hemû diçin dibistanê. Li malê komira me, êzingê me tuneye. Em nikarin dermanekî jî bistînin. Niha pere tune ku em pê biçin nexweşxaneyê."
Dayîk Kalkanê got ku ew ji bo tedawiya keça xwe ji dewlet û xêrxwazan daxwaza alîkariyê dike.
Bijîşk Pisporê Cerahiya Giştî Tuncay Ekîce jî diyar kir ku nexweşiya Zeynep Tuanayê bi tedawiyên kemoterapiyê hinekî qenc bûye. Ekîce bal kişand û got, ji bo ku Zeynep Tuana bi temamî qenc be divê baş lê miqate bin.