Li Elezîzê 7 têjikên guran ên ku li çiyê jihalketî hatin dîtin û maka wan hişk bûye, li Navenda Rizgarkirin û Rehabîlîtasyona Jiyana Beyanî ya Dîcleyê ya li Diyarbekirê bi baldarî tên xwedîkirin.
Li Elezîzê kesekî ku li çolterê ji xwe ra derketibû gerê, rastî 7 têjikên guran hat. Vî kesî li derdora xwe nihêrî û dît ku maka têjikan hişk bûye û li ser vê yekê agahî da Şaxa Midûriyeta Parastina Siruştê û Parqên Neteweyî ya Elezîzê.
Têjikên ji birçîna ji hal ketibûn, piştî kontrola ewil a li Nexweşxaneya Ajelan a Fakulteya Veterîneriyê ya Zanîngeha Firatê, bi hevkariya Wezareta Çandinî û Daristanê û her wiha Zanîngeha Dîcleyê va bo Navenda Rizgarkirin û Rehabîlîtasyona Jiyana Beyanî ya Dîcleyê hatin veguhestin.
Têjikên guran li vir bi şîr û xwarinên taybet tên xwedîkirin, teqwiyeya vîtamînan bo wan tê dayîn û her wiha hatin aşîkirin.
Ji aliyekî din va têjik dema givrik bibin dê cardin li siruştê bên vegerandin.