GAZİANTEP
Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Xwediyên Heywanan yê Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê Îsmaîl Bulduk diyar kir ku bi goştê îtxal va daxistina bihayê goşt çareseriyeke berwext e, ji bo çareseriyeke mayînde divê piştgiriyê bidin kesên heywanan xwedî dikin.
Bulduk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku bi xwe heywanan xwedî dikin lê belê ji bo daxistina bihayê goşt îtxalkirina goşt wek midaxeleyeke rast dibînin.
Bulduk diyar kir ku li piyaseyê hejmara dewaran kêm bûye û ji ber vê yekê jî bihayê goşt zêde dibe û ji bo vê jî îtxalkirina goşt wek gaveke rast dibînin.
Bulduk destnîşan kir ku heke her tim neyê kirinê îtxalkirina goşt tiştekê rind e û wiha pê da çû:
"Kesên heywanan xwedî dikin heta ku goşt hat îtxalkirin ji halê xwe memnûn bûn. Îtxalat bûye tiştekî mecbûrî. Heke tevdîreke wisa nehata hildan pêşî li zêdebûna goşt nedihat birîn. Divê em hem hilberîneran hem jî xêrîdaran bifikirin. Heke ev tevdîra nehata hildan kesên ku bi pereyê herî kêm dixebitin nikarin kîlo goşt bikirin. Goştê îtxal çareseriyeke mayînde nîne çareseriyeke berwext e. Ji bo çareseriyeke mayînde divê piştgiriyê bidin besûvanan.
Bulduk der barê îdiayên ku dibêjin "Dema ku ji eydê ra wextekî kêm dimîne bêsûvan heywanên xwe nafroşin" da wiha got, "Besûvan naxwazin heywanên di destê xwe da bifroşe, lewra li pêşiya wî eyda qurbanê heye. Ji ber vê yekê jî li hêviyê ye ku biha zêde be. Ev her sal wiha dibe lê belê îlla wisa nîne, tiştên din jî bûn. Heywanên gihaştî kêm in ji ber vê yekê biha zêde bû."
Bulduk bal kişand ku li Gazîentabê kîloya goştê sor 30-35 lîre ye lê dema ku ji bajêr derdikeve ev bihaya xwe digihîne 45-50 lîreyî û ev bihaya ji rojhilatê ber bi rojavayê zêde dibe.
Bulduk got ku beriya eyda qurbanê bawer nake ku biha zehf zêde be lê belê piştî eydê bihayê kêm bibe.