Türkan Tosun
02 Sibat 2021•Rojanekirin: 05 Sibat 2021
Endamên Aktîvîstên Gola Wanê û Komeleya Gerokên Erdîşê guh nedan hewaya sar ketin Gola Wanê avjenî kirin û di kampê da man.
Endamên komeleyê ji bo balê bikşînin turîzma zivîstanê ya Wanê li devê Çemê Deliyê ya li Erdîşê hatin bal hevdu.
Xwezahezan konê xwe vegirtin, ji çem masî girtin û serê sibê jî ew ketin Gola Wanê.
- "Armanca me nasandina herêmê ye"
Alîkarê Serokê Komeleya Aktîvîstên Gola Wanê Alî Emrah Deger ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand hewa di binê sifirê da 20 pile sar e, lê ew ji bo ku balê bikşînîn xweza û turîzma bajêr li hev civiyane.
Deger wiha axivî: "Ji bo me bû bîranîneke xweş. Me berê jî kampa zivistanê kiribû. Cara ewil e em li devê Gola Wanê vê yekê dikin. Serê sibê me di ava Gola Wanê ya bişîfa da avjenî kir. Kesên kampa zivîstanê hez dikin bila bên herêma me, li vir kampêngelek xweş hene. Em dixwazin her kes xweşiyiyên herêma me bibîne."
- "Kesên avjeniyê û xwezayê hez dikin bila bên bajarê me"
Serokê Komeleya Gerokên Erdîşê Îsrafil Akan jî gt ew ji bo danasîna herêmê çalakiyên wek ajotina duçerxiyê, meşandina li xwezayê, kampa zivinsatê dikin.
Akan got hewa sar e lê dîsa jî wan di golê da avjenî kiriye û wiha dewam kir: "Em dixwazin golê zêde bi kar bînin. Em bendê ne ku kesên avjeniyê û xwezayê hez dikin bên bajarê me. Gola Wanê havîn û zivistan yek ji wan navendên girîng ên turîzmê ye. Qadên xwezayî yên xirab nebûne û dîmenên bêhempa merivan heyrana xwe dike."