Ahmet Aydın
23 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2020
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca eşkere kir ku hejmara pêketinên li Stenbolê ji sedî 40 ê giştiyê Tirkiyeyê û bi qasî 5 qatê Enqereyê ye.
Koca di parvekirina xwe ya li ser hesabê Twitterê wiha got, "Hejmara pêketinên li Stenbolê ji sedî 40 ê giştiyê Tirkiyeyê û bi qasî 5 qatê Enqereyê ye. Me pişkinîna temaskaran û hejmara testan zêde kir. Di têkoşana dijî şewbê de çeka me ya herî bi hêz pabendiya tedbîran e. Giringiya bikaranîna maskeyê zêdetir bûye. Herwiha emê ezmûna herî dijwar li hember qerebalixiyê bidin."