Servet Taşdemir
08 Nîsan 2026•Rojanekirin: 08 Nîsan 2026
Li Tetwana navçeya Bidlîsê ekîban kesê ku bi cilên xwe va ketibû Gola Wanê û hindik mabû ku biqefile, xilas kirin.
Li Taxa Sarayê kesên dîtin ku E.D bi cilên xwe dikeve Gola Wanê xeber dan Navenda Bangewaziyê ya Acîl a 112an.
Li ser vê ekîbên tenduristiyê, polês û AFADê sewqî qeraxa Tetwanê kirin û ekîban di encama xebatê da E.Dyê ku pê ra şika hîpotermiyê hebû xilas kirin.
E.D ji avê hat derxistin û midaxaleya ewil hat kirin û ew bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê.
Dîlruba Ercana ku yek ji wan welatiyan e ku E.Dyê ket Gola Wanê dît got dema li qeraxa Gola Wani dimeşiya dît ku kesek di nav avê da ye.
Ercanê da anîn ku E.Dyê ji hêla polêsan û AFADê va hat xilaskirin bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.