Selma Kasap
01 Îlon 2024•Rojanekirin: 01 Îlon 2024
Ezmuna pêşlîsansê ya Hilbijartina Personelên Kamuyê (2024-KPSS) ya ku ji hêla Navenda Pîvandin, Hilbijartin û Bicîhkirinê (OSYM) va tê kirin, dawî bû.
Ji bo ezmuna ku li 81 bajêr û Lefkoşyayê çêbû, 3 hezar û 273 avahî û 60 hezar û 574 salon hatin bikaranîn.
Di ezmuna ku di saet 10.15yan da dest pê kir da ji qabiliyeta giştî û çanda giştî 120 pirs ji namzedan hat pirsîn û 130 deqîqe hat dayîn ku ew pirsan bibersivînin.
Milyonek û 205 hezar û 899 namzedî ji bo ezmunê serî lêda.
Di ezmuna ku 2 hezar û 535 namzedên astengdar beşdar bûn da 164 hezar û 53 wezîfedar hatin wezîfedarkirin.
Encamên ezmunê wê di 20ê Îlonê da bên eşkerekirin