Buğrahan Ayhan
22 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2024
Wezareta Perwerdeya Neteweyî encamên bicihkirina li gor çarçoveya Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) li ser navnîşana "www.meb.gov.tr"yê eşkere kir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezaretê hat dayîn, di çarçoveya LGSê da ji sedî 96,21ê milyonek û 13 hezar û 239 xwendekarên ku di navbera 28ê Hezîranê-17ê Tîrmehê da ji bo dibistanên ku bi ezmûnê xwendekaran hildidin û ji bo bicihkirina herêmî serlêdan kiribûn, hatin bicihkirin.
Ji bo dibistanên ku bi ezmûnê xwendekaran hildidin 202 hezar û 348 kontenjan hatin vekirin û xwendekaran 197 hezar û 129 kontenjan neqandin, rêjeya bicihkirinê ji sedî 97,42 pêk hat.