Selma Kasap
18 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2022
Serokê Navenda Pîvandin, Bijartin û Bicîkirinê (OSYM) Prof. Dr. Halîs Aygun diyar kir ku encamên Ezmuna Saziyên Hîndekariya Bilind (2022-YKS) ya ku di 18-19ê hezîranê da çêbûbû, diyar bûn.
Aygun li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku encamên ezmuna YKSyê li ser malpera OSYMyê ya "http://sonuc.osym.gov.tr" yê hatiye eşkerekirin.
Aygun wiha got: "Me encamên Ezmuna Saziyên Hîndekariya Bilind (2022-YKS) ya di 18-19ê Hezîrana 20222yan da çêbûbû li ser malpera OSYMyê ya http://sonuc.osym.gov.tr yê eşkere kir. Encam ji bo hemû namzedên me û malbatên wan ser xêrê be."