Nihat Kavşut
15 Gulan 2019•Rojanekirin: 15 Gulan 2019
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk destnîşan kir ku plan dikin betlaneya havînê ya 13 hefte ye du hefteyên wê di mehên nîsan û mijdarê da wek betlaneyên navber eşkere bikin.
Ji axaftina Wezîr Selçuk hin sernavên derketin pêş ev in:
"Di betlaneyên navberê da wê derfetê bidin zarok û mamosteyan ku bêhna xwe bidin û tevlî bernameyan bibin.
Di betlaneyên navberê da li ser mijarekê wê xebatên zanistî, çandî, hunerî, werziş, ger û fuarê bên kirin.
Betlaneya navberê ya ewil di 18-22yê Mijdara 2019an da û betlaneya navberê ya duyemîn jî wê di 6-10ê Nîsan 2020an da bê dayîn.
Betlaneya navberê ya di 20-31ê Rêbendana 2020an da ji bona xwendekar û mamosteyan e, lê di betlaneyên 18-22yê Mijdara 2019an û 6-10ê Nîsan 2020an da ji ber ku xwendekar li dibistanê nînin wê mamoste wezîfeya xwe bidomînin."
Li gorî bernameya xebatê ya nû ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî heyama perwerdeyê ya 2019-2020an hefteyekê hildin pêş û di 9ê Îlona 2019an da bidin destpêkirin.
Li gorî bernameya xebatê ya nû ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî heyama perwerdeyê ya 2019-2020an wê di 19ê Hezîrana 2020an da biqede û betlaneya havînê ya ji 11 hefteyan pêk tê dest pê bike.