Abdullah Tel
23 Mijdar 2017•Rojanekirin: 24 Mijdar 2017
DIYARBAKIR
Li çar aliyê Tirkiyeyê mamoste ji bo pêşveçûna xwendekaran hewl didin û dixebitin ji wan mamosteyan yek jî Muhammet Demir e û li taxeke dervayî Pasûra navçeya Diyarbekirê wezife dike.
Mamoste Demirê ji Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Celal Bayarê mezûn e demek li Stenbolê bi peretî mamostetî kiriye û piştî mamostetî qezenc kiriye tayîna wî dane Pasûrê.
Demir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew dixwaze bibe mamosteyek ku wê evîn û mesûmiya di nav çavên zarokan da xuya dike biparêze.
Di axaftina xwe da mamoste Demirê 24 salî got ku dema navê Pasûrê bihîstin tevlî malbata xwe ketin şikê lê piştî hatin şêniyên taxê kirin tu guman bi wan ra nema, tevlî gundiyan dibistanê paqij kirin û pola ji bo perwerdehiyê amadekirin.
Demir got: "Em xwedî kêfeke ku bibêjin bila mekteba me gelek baş be, ceyrana wê qet neçe û her lazmatî tê da hebe, nînin. Em dixwazin li vir bin, ne li vir bin ew tiştekî din e lê ev der cihê me yê wezifeyê ye. Lazim e em karê xwe baş bikin. Em divê ji bo serfiraziya van hemû zarokên li vir in bixebitin û bi kêrî wan bên. Dema xwendekarên min hatin bal hev bila bibêjin 'mamosteyê me Muhammet Demir e, em kesên serfiraz û jêhatî ne, em ji bo miletê xwe feda dikin' ez vê dixwazim."
- "Deriyê herkesî vekiriye"
Demir ragihand ku ew dawiya heftê ji bo beşdarî perwerdehiyê bibe diçe navenda Diyarbekirê û ji bo bikaribe derkeve ser rê bi qasî 10 kîlometreyî dimeşe û wiha pê da çû: "Li vê derê ji me ra gelek baş in. Hin carna gazî me dikin, dibin malên xwe û hin caran jî ez bi xwe diçim. Heta îro tu kesî deriyê xwe li ser me negirtiye deriyê hemûyan ji bo me vekirîne. Kesên qet me nas nakin jî wesayîta xwe ji bo me tînin di ser da jî dibêjin 'Xoce were bibe mêvanê me' Ji bo mamosteyan lazim e cih hilbijartin tunebe. Mamoste mecbûr e ku ji bo xwendekarên xwe her fêdakariyê bike."