Halil İbrahim Avşar
06 Adar 2022•Rojanekirin: 07 Adar 2022
Wezîrê Ciwanî û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu daxuyand, razandina burs û krediyê ya meha adarê dest pê kir.
Wezîr Kasapoglu daxuyand, di navbera 6-10ê adarê da li gor nimreya dawîn a nasnameya TCyê pere wê were razandin.
Kesên ku dawiya nimreya nasnameya wan a TCyê "0" in wê îro, "2" bin wê sibê, "4" bin wê di 8ê adarê da, "6" bin wê di 9ê adarê da, "8" bin jî wê di 10ê adarê da bikaribin pereyê xwe bistînin.