Şeyma Güven
20 Hezîran 2026•Rojanekirin: 20 Hezîran 2026
Ezmûna Têrdariya Bingehîn (TYT) rûniştina pêşî ya Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind (YKS), ya ku Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicîhkirinê (OSYM) li dar dixe, dest pê kir.
Ezmûna TYTê ya ku di çarçoveya 2026-YKSê da li 81 parêzgehên Tirkiyeyê digel Lefkoşaya paytexta Qibrîsa Bakur ya Komara Tirk û Belgrada paytexta Sirbistanê tê lidarxistin, di saet 10.15an da dest pê kir.
TYTya ku 15 hezar û 360 jê kêmendam, 2 milyon û 425 hezar û 628 namzêdan serî lê da ye, ewê îsal li 7 hezar û 202 avahî û 134 hezar û 675 holan bê kirin û 340 hezar û 321 kest tê da wezîfedar in.
Di ezmûna TYTê da, 40 di Testa Tirkî da, 20 di Testa Zanistên Civakî da, 40 di Testa Matematîkê ya Bingehîn da, û 20 di Testa Zanistên Fenê da, dê bi tevahî 120 pirs ji namzêdan bên pirsîn û dê 165 deqîqe wext bidin wan.
Rê nehat dayin ku namzed piştî saet 10.00an bikevin avahiyên ezmûnê.