Nihat Kavşut
02 Sibat 2021•Rojanekirin: 03 Sibat 2021
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya, "Em hemû dibistanên gundan ji bona perwerdeya rû bi rû di 15ê Sibatê da vedikin."
Selçuk li Wezareta Perwerdeya Neteweyî di civîna agahdarkirinê da hûrgiliyên perwerdeya rû bi rû eşkere kir.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk got ku em hemû dibistanên gundan ji bona perwerdeya rû bi rû di 15ê Sibatê da vedikin.
Selçuk diyar kir biryar dane ku di 15ê Sibatê da hemû pêşdibistanên serbixwe ji bona hemû danan vekin û wiha got, "Di 1ê Adarê da ji bona xwendekarên perwerdeya taybet dibînin wê hemû pol û dibistanên perwerdeya taybet dest bi perwerdeyê bikin."
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk destnîşan kir di 1ê Adarê da dibistanên wan ji bona xwendekarên pola 8an û 12an ku di heyama ezmûnê da ne wê bên vekirin û wiha axivî, "Di 1ê Adarê roja duşemê da wê dibistanên seretayî ji bona hemû polan bên vekirin. Xwendekarên me wê di hefteyê da 2 rojan dersa xwe hildin."
Selçuk diyar kir ezmûnên mayî yên heyema yekemîn ya xwendekarên lîseyê di nav meha Adarê da li gor planê wê rû bi rû bên kirin û got ku mîna heyama derbas bû li gor biryara weliyan wê xwendekarên me li dibistanan beşdarî perwerdeya rû bi rû bibin.
Ziya Selçuk got ku mamosteyên dest bi perwerdeya rû bi rû kirine tê plankirin ku di nav meha Sibatê da bên aşîkirin.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk diyar kir ji bona polên cuda û dibistanan li gorî rewşa bajaran wê ji bona perwerdeya rû bi rû biryar bên hildan û got ku ji bona çareserkirina kêmasiyên di perwerdeyê da em ê dest bi bernameyekê bikin.