Li Wanê qaqlîbaz di nêçîra încî kefalan da ne
Încî kefalên ku di Gola Wanê da dijîn, ji bo ku xerzê xwe daynin, koçî avên şêrîn dikin. Masî berevajî avê xwe çeng dikin û rêwîtiya wan dewam dike. Qaqlîbazên ku li ser herêmê difirin, masiyan digirin û dixwin.