Li Îranê çalakiyên meha Muherremê
Li Îranê di çarçoweya çalakiyên meha Muherremê da li Tirbeya Îmamzade Elî Ekber a ku dikeve bakurê Tehrana paytext, merasima matemê hat lidarxistin. Di merasimê da Hz. Huseyîn û 72 hevalên wî yên ku li Kerbelayê şehîd kirin, hatin bibîranîn.