E.O
28 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2016
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin eşkere kir ku Sererkan Orgeneral Hulûsî Akar, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Salîh Zekî Çolak, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Bulent Bostanoglu û Fermandarê Hêzên Asîmanî Orgeneral Abîdîn Unal dê di peywirên xwe da berdewam bin.
Kalin li Kulliyeya Serokomariyê civîna çapemeniyê kir û got ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan biryarên Şêwra Bilind a Leşkerî (YAŞ) pesend kirin.
Li gor daxuyaniya Kalinê Berdevkê Serokomariyê dê Sererkan Orgeneral Hulûsî Akar, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Salîh Zekî Çolak, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Recep Bulent Bostanoglu û Fermandarê Hêzên Asîmanî Orgeneral Abîdîn Unal û Fermandarê Sîtolê Oramîral Veysel Kosele di peywirên xwe da berdewam bin.
Kalin diyar kir ku Orgeneral Yaşar Guler anîn ser peywira Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê, Umît Dundar anîn ser peywira Serokatiya 2yemîn a Sererkaniyê û got ku Orgeneral Hasan Kuçukakyuz tayînê peywira Hêzên Asîmanî yên Muharip û Fermandariya Berevaniya Fuzeyên Asîmanî, Orgeneral Musa Avsever tayînê Fermandariya Artêşa 1emîn, Orgeneral Îsmaîl Metîn Temel tayînê Fermandariya Artêşa 2yemîn, Orgeneral Tahîr Bekîroglu jî tayînê Fermandariya Doktrîn û Perwerdeyê ya Hêzên Bejayê kirin.
Kalin da zanîn ku dê Orgeneral Îsmaîl Serdar Savaşê Fermandarê Artêşa 3yemîn û Orgeneral Abdullah Recepê Fermandarê Artêşa Egeyê li ser peywira xwe bin û got ku "Biryar bila ji bo gel û artêşa me bi xêr bin."