02 Sibat 2017•Rojanekirin: 03 Sibat 2017
ANKARA
Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel derbarê hevpeymana Tirkiye - Yekîtiya Ewropayê (YE) da destnîşan kir ku aliyê Tirkiyeyê gelek tişt kirin û wiha got, "Ji YEyê hewqas na. Li hêla Yewnanistanê ewlekariya peravan bi şêweyekî baş dixebite. Hejmara penaberan kêm bû û di warê entegrasyonê da gavên berceste hatin avêtin. Ji ber vê yekê pêdivê YE pişgiriya xwe ya aboriyê di demeke kurt da bide."
Serokwezîr Binalî Yildirim û Şansolye Angela Merkel piştî civînên xwe bi xwe û yên navbera heyetan da, li Koşka Çankayayê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.
Merkelê kêfxweşiya xwe ji hevdîtinê anî ziman ku di demeke wiha zehmet da hevdîtinek bi hurgilî li dar xistine û destnîşan kir ku îro dema li TBMMê geriya fêm kiriye ku firsenda dîtina şopên texrîbatên 15 temmuzê û gelê Tirkiyeyê çawa di rêya demokrasiyê da xwe kiriye sîper bidest xist.
Merkelê wiha got, "Di hevdîtinê da me mijarên tehdîda terorê û terora îslamî gatûbêj kirin. Min ji Rêzdar Serokkomar ra jî got. Li vêderê li dijî misilmanan gumanbarî nîne. Ji ber ku dixwazin jiyana mirov têk bibin û demokrasiyê ji holê rakin. Di vê têkoşînê da em bi hev ra ne. Li îraqê jî digel pêşmergeyan em li dijî terorê têdikoşin. Em piştevaniya Tirkiyeyê dikin û em zanin di bin barekî giran da ye."
Merkelê destnîşan kir ku digel Yildirim behsa çalakiyên terorê yê PKK jî kirine û bibîr jî xist ku Almanya PKKê weke rêxistina terorê qebûl dike. Merkel bal kişand ser wê yekê ku wezîrên navxwe yên herdu welatan wê di çarçoveya vê mijarê da têkiliyên xwe bidomînin.
Merkelê herwiha got ku mijara 3 milyon penaberê ku li Tirkiyeyê dijîn jî guftûgo kirine û wiha pê da çû, "Ji bo her du aliyan jî pêdivê peymana 18ê adara 2016an zindî bimîne."
Merkelê bibîr anî ku piştî serdana wê ya Gazîentabê xwestine ew jî divê mijarê da bibin piştevan û di vê çarçoveyê da Almanya dixwaze her meh 500 penaberî qebûl bike.
Merkelê anî ziman ku digel Yildirim behsa Qibrisê jî kirine û got, "Pêdivê di vê mijarê da bigihin encamekê . Ev mijar ji bo Yewnanistan, Qibris, Tirkiye û hemî Yekîtiya Ewropayê mijareke pir giring e."
- "Li Almanyayê PKK qedexe ye"
Merkelê derbarê rêxistinê terorê yên weke PKKê wiha got, "Digel Yildirim me qala vê mijarê jî kir. Li Almanyayê PKK qedexe ye û li dijî wan tedbîran werdigirin."
Merkelê sebaret bi hevpeymana Tirkiye-YEyê jî wiha got, "Ji YEyê hewqas na. Li hêla Yewnanistanê ewlekariya peravan bi şêweyekî baş dixebite. Hejmara penaberan kêm bû û di warê entegrasyonê da gavên berceste hatin avêtin. Ji ber vê yekê pêdivê YE pişgiriya xwe ya aboriyê di demeke kurt da bide."