Elif Orhan
18 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2018
TBMM
Di Lijneya Giştî ya TBMMê de ya Tezkereya Serokwezîriyê ya der barê ji 19ê kanûna paşîn saet 01.00ê pê ve 3 mehan dirêjkirina Rewşa Derasayî (OHAL) hat qebûlkirin.
Di Lijneya Giştî de piştî axaftinên ku li ser navê hikûmet û koman hatin kirin Tezkereya Serokwezîriyê ya der narê ji 19ê kanûna paşîn roja înê ji saet 01.00ê pê ve 3 meh bê dirêjkirin pêşkêşî dengdayîna parlementeran kirin.
Tezkere di encama dengdayînê de hat qebûlkirin.
- Biryarê OHALê di Rojnameya Fermî de hat weşandin
Biryara TBMMê ya der barê 3 mehan dirêjkirina Rewşa Derasayî (OHAL) di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gor biryarê OHALa ku li tevahiya welêt berdewam dike ji 19ê kanûna paşîn roja înê ji saet 01.00ê pê ve 3 mehên din hat dirêjkirin.