ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu: "Operasyona ser DAEŞê gihaşt armanca xwe û dê nesekine. Em her dem hereketên ser Sûriyeyê û yên nêzî sînor dişopînin. Li hember tehdîteke herî biçûk ê ku Tirkiyeyê tehdît dike dê berteka herî tund bê nîşandan. Careke din dema kesekî sînorên Tirkiyeyê tehdît kir, ji bo ku li nav Tirkiyeyê tu çalakiyan neke dê bergiriyên me berdewam bikin."
- Operasyona aştî û aramiyê
Serokwezîr Davutoglu got ku ev ne tenê parastina ewlehiya Dewleta Komara Tirkiyeyê ye, ev operasyon ji bo parastina demokrasiya Tirkiyeyê jî hatiye kirin û wiha pê de çû:
"Ev operasyoneke aştiyê ye, di vê çarçoveyê de operasyoneke aramiyê ye. Dê Dewleta Komara Tirkiyeyê jî bê parastin, aramiya gelê me jî. Lê belê demokrasiya tirkan a ku bingeha vê yekê ye jî dê bê parastin û kûrkirin."
"Operasyona ser DAEŞê gihaşt armanca xwe û dê nesekine. Em her dem hereketên ser Sûriyeyê û yên nêzî sînor dişopînin. Li hember tehdîteke herî biçûk ê ku Tirkiyeyê tehdît dike dê berteka herî tund bê nîşandan. Careke din dema kesekî sînorên Tirkiyeyê tehdît kir, ji bo ku li nav Tirkiyeyê tu çalakiyan neke dê bergiriyên me berdewam bikin."
- "Em ê bi ewlehî û azad bijîn"
Serokwezîr Davutoglu got ku der barê li Ceylanpinarê şehîdkirina du polêsên me de 35 kes, der barê li Diyarbekirê şehîdkirina polêsekî me de jî 19 kes hatin binçavkirin.
Davutoglu wiha axivî: "Di vê çarçoveyê de têkiliya kî bi van cinayetan re hebe, ev deynê me yê ji bo malbatên van polêsên me û welatê me ye. Heke milîtanên DAEŞê yên ku bûn sedema şehadeta leşkerên me duh û îro muqabeleya hewcedar dîtibin, kesên ku polêsên me bi qeleşî û namerdene şehîd kirin jî kesên ku di vê yekê de tiliya wan hene jî dê bên cezakirin. Bila tu kes ji vê yekê nekeve şikê. Dewleta Komara Tirkiyeyê dewleteke wisa ye ku wir azadiyên demokratîk hene. Lê belê dê tu carî nebe cihekî wisa ku wir nîzama kamûyê zirarê dibîne. Em dê azadiyan bi ewlehiyê re bidin jiyandin."