ANKARA
Hevserokê Giştî yê HDPê Ertugrul Kurkçu got: "Em bi awayekî eşkere bangî hikûmetê dikin: Gelo hûn dixwazin zarokên ku ji malên xwe qetiyan, dersînor bûn û ji xwe re ew der ewletir dîtin û çûn wê derê bigihînin malbatên wan? Tiştên herî girîng ên ku hûn ê bikin ev in; divê pêvajoya aştiyê bi lez û bez bidome û newekhevî, bêhiqûqiyên ku derketin holê bên çareserkirin."
Kurkçu di komcivîna partiya xwe ya di TBMMê de axivî û got ku Cîgirseroka Komê Pervîn Buldan ji bo bibîranîna Savaş Buldanê mêrê wê yê ku di 3yê hezîrana 1994an de hat kuştin dê îro biçe ser gora wî. Divê kuştinên faîlê mechûl ên ku di salên 1990î de hatin kirin bên eşkerekirin.
Kurkçu wiha axivî:
"Ji bo Ak Partiyê têkçûna Agiriyê têkçûneke giran bû. Li Agiriyê vîna Agiriyê bi ser ket. Em ê di dawiya dawiyê de ji desthilatiya Ak Partiyê rizgar bibin. Hê di pêşiya me de hilbijartina Serokomarî û hilbijartina 2015an heye."
Kurkçu destnîşan kir ku der heqê pêvajoya çareseriyê de rewşeke nakok heye û got ku astengiya herî mezin a li ber pêvajoyê çêkirina kalekolan e. Kurkçu diyar kir ku gel çêkirina kalekolan wek tehdît dibîne û li hember çêkirina van bi rêbazên demokratîk hewildanê dide da ku ji çêkirina kalekolan re bibe asteng û wiha dewam kir: "Heke ku hûn ê ji bo aştiyê dilê gel bikirin, divê hûn kalekolan çênekin, lewra hûn nikarin dilê gel bi çêkirina kalekolan bikirin."
Kurkçu diyar ku ku astengiyeke din a li ber pêvojayê jî siyaseta Tirkiyeyê a der heq Sûriyeyê de ye û wiha got: "Divê Tirkiye der heqê Sûriyeyê de demildest siyaseta xwe biguherîne û êdî alîkariyê nede çeteyên Sûriyeyê."