Merve Yıldızalp
19 Adar 2025•Rojanekirin: 19 Adar 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Balyoza Panamayê Karina Arias Fonseca De Gianotti, Balyozê Çînê Jiang Xuebin, Balyoza Maltayê Marisa Farrugia, Balyozê Tacikistanê Sodiq Ashurboyzoda Îmomi û Balyozê Senegalê Moustapha Sokhna Diop qebûl kir.
Civîn li Kuliyeya Serokomariyê hat kirin û balyozan nameya pêbaweriyê pêşkêşî Erdogan kir.
Balyozan mensûbên balyozxaneyê û ferdên malbata xwe dan nasîn û paşê bi Serokomar Erdogan ra wêneyê bîrdariyê kişandin.
Serokomar Erdogan paşê bi balyozan ra yek bi yek hevdîtin kir.