TBMM
Cîgirseroka Koma BDPê Pervîn Buldanê jî ji bo di TBMMê de çareserkirina şarpeyê dilxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Ji ber ku îro li vê derê bûyereke mîna ya Merve Kavakçiyê çênebû, ez koman û partiyên siyasî pîroz dikim."
Buldanê anî ziman ku ev encama têkoşînên jinên ku bi salanê di qadan de têkoşîn dane ye ku 4 heb jinên parlementer yên AK partiyê sergirtî hatine Lijneya Giştî ya TBMMê. Ji ber vê çendê ez hemû jinan pîroz dikim.
Buldanê got ku AK Partiyê 11 sal e ku mijara şarpê neaniye rojevê. Sala par Parlementerê me yê Diyarbekirê Altan Tan teklîfa qanûnê kir, lê ev teklîf ji aliyê parlementerên AK Partiyê ve hat redkirin.
Buldanê got divê ku azadî tenê di mijara sergirtinê de nebe. Îro li Tirkiyeyê tenê sergirtin qedexe nîne. Ziman, nasname, çand û bawerî qedexe ne. Divê li Tirkiyeyê êdî di tu mijaran de qedexebûn nemîne. Divê em Tirkiyeyeke ku her kes bikaribe xwe îfade bike û azad bijî ava bikin.
Bûldan bang kir ku divê li ser mijarên jinan mêr neaxivin û got em pêşniyar û midaxeleyan qebûl nakin.