26 Nîsan 2016•Rojanekirin: 27 Nîsan 2016
BAKU
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî vekirina civîna "Foruma Kurewî ya 7emîn a Tifaqa Medeniyetan a Neteweyên Yekbûyî (NY)" ya ku li Navenda Kongreyê ya Bakuyê hat lidarxistin bû û li vir xeberda.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Piştî ku cinazeyê Aylan li peravê xist, mirovahiyê ji xwe ra wiha got 'em çi dikin.' Beriya ku cinazeyê Aylan li peravê bixe, hûn li ku bûn? 6 sal in li Sûriyeyê ev însan dimirin. Hejmara însanên ku me ji Ege û Behra Sipî derxistin gihîşt 100 hezarî. Ji mirinê hatin xilaskirin. Vê gavê ji Sûriye û Iraqê 3 milyon penaber li welatê me ne. Wek dost tên cem me, em sipasiya wan dikin. Li cem me gotinek heye, dibêje 'Bi gotina hingiv dev şîrîn nabe.' Heger tu hingiv bixwî devê te şîrîn dibe. Heta niha mesrefên ku bi destê me hatiye kirin ji 10 milyar dolarî derbas bûye."
Erdogan di axaftina xwe da der barê Tifaqa Medeniyetan a Neteweyên Yekbûyî da wiha got: "Digel serkeftina tifaqê divê em vê rastiyê jî qebûl bikin. Wek civaka navneteweyî em hê jî ji armancên avakirina tifaqê dûr in. Mixabin em nikarin dev ji pêşqebûlan berdin. Em nikarin li dijî fikrên radîkal û terora ku van fikran xurt dike têkoşîn û helwesteke hevbeş nîşan bidin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku di dîn da ciyê terorê tuneye û wiha dewam kir: "Tu dîn, bawerî, çand û wijdan kuştina mirovên bê sûc û guneh qebûl nake. Bi taybetî jî Îslama ku wateya wê 'aştî' ye. Ma dîneke ku maneya wê aşîtî be, qet terorîzmê qebûl dike? Di dînê me da ciyê terorê tuneye. Di serî da DAEŞ û rêxistinên din ku li ser navê Îslamê derketine meydanê, tu eleqeya wan bi Îslamê ra tuneye."
Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser êrîşên bombeyî û wiha peyivî: "Li Sûriye, Iraq, Nîjerya, Fransa, Pakistan, Tirkiye, Belçîka û Îspanyayê, bombe li van hemû welatan li pey hev diteqin, lê li hemberî vê êşa xwe me nikarî helwest, vegotin û çalakiyeke hevpar pêk bînin. Me ji pevçûn, newekhevî û neheqiyên ku dibin sedema tundiyê ra çareyek nedît."
Serokomar Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Heger em li hember vê mezhebgeriyê têkoşîneke hevbeş nedin, em nikarin aştiyê saz bikin. Heger em li hember nijadperestiyê vê têkoşîna hevpar nedin, em nikarin li dijî terorê têbikoşin. Nabe em cudahiyê bixine nava nijadan. Em nikarin bêjin ev reşik in, ev ji nijada sipî ne. Pêwîst e em bi çavê mirovbûnê li hemî nijadan binêrin û weke mirov hez ji wan bikin. Aha bingeha aştiya cîhanê ji vê pêk tê."