ANKARA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu di kanala Skyturk 360an de beşdarî bernameyekê bû û der barê rojevê de axivî.
Davutoglu destnîşan kir ku dermanê Iraqê çavkaniyên vejenê ne û divê ev çavkanî di demeke kurt de li bazarên dinyayê belav bibe û rewşa gelê Iraqê baş bibe û wiha got: "Li gor destûra bingehîn a Iraqê em dixwazin neft û xaza li Bakurê Iraqê ragihînin dinyayê. Dê ev berdewam bike. Bi vî awayî dê rewşa gelê Iraqê baş bibe. Ev ji bo pêşeroja Tirkiyeyê jî baş e. Li cinarên Tirkiyeyê çavkaniyên dewlemend hene, li cem me jî kêmasiya vejenê heye. Divê em vê qederê biguherînin û çavkaniyên derdorê ji ser Tirkiyeyê de ragihînin dinyayê."
Davutoglu destnîşan kir ku Tirkiye bi salan e dixwaze li Telaferê pevçûna di navbera tirkmenên şiî û sunî de çareser bike û got ku eşîrên tirkmen ên şiî û sunî gelek caran li Stenbolê civiyan û pêwendiyan daynîn.
Davutoglu wiha got: "Xwezî hewldanên me yên li wir bigihiştana encamekê. Xwezî Malikî pêşniyarên me yên dostane bidîtana û serokên sunî jî tevlî pêvajoyê bikirana.
Davutoglu destnîşan kir ku dê hêviyên kesên ku dixwazin li Iraq û Tirkiyeyê şerê tirk û kurdan derxin val derkevin û got ku pêvajoya çareseriyê him siyaseta nav welêt e û him jî ya derveyî welêt e, polîtîkaya Tirkiyeyê ya Iraqê bi heman awayî him siyaseta nav welêt e û him jî ya derveyî welêt e.
Davutoglu wiha axivî: "Mitînga ku Serokwezî me li Diyarbekirê bi Mesûd Barzanî re kir ji bûyerên herî girîng ên sedsalê yek bû. Berpirsiyariya yekîtiya Iraqê beriya her tiştî destê Bexdayê de ye. Divê pêşiyê ew gav bavêjin. Miaşên herêma kurdan nehatine dayîn. Em çawa dikarin qala yekîtiya neteweyî bikin. Em tim dibêjin, ji bo kurdan biryara herî baş yekîtiya Iraqê ye û ev ji bo me girîng e."