Ekip
07 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê biryara Amerîkayê ya li Qudsê de got: "Biryara Amerîkayê ya li ser Qudsê Ev hinekî dişibe biryara îlankirina referandumê ya rêvebiriya Bakurê Iraqê. Li ber hemû dinyayê, li rexmê dinyayê ev referandum, ev referanduma nemeşrû îlan kir û di encamê da çawa bû me hemû bi hev ra dît."
Yildirim di vegera Koreya Başûr de li balafirê cewaba pirsên rojnamevanan da.
Li ser biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump Yildirim wiha şirove kir:
"Biryara Amerîkayê ya li ser Qudsê Ev hinekî dişibe biryara îlankirina referandumê ya rêvebiriya Bakurê Iraqê. Li ber hemû dinyayê, li rexmê dinyayê ev referandum, ev referanduma nemeşrû îlan kir û di encamê da çawa bû me hemû bi hev ra dît."
Serokwezîr Yildirim wiha axivî: "Îslam, xiristiyanî, cihûtî... Quds ji bo van her sê dînên semawî cihekî pîroz e. Ji ber vê yekê divê tu kes bi statuya vê derê neleyîze. Encamên leyîstina bi statuya wê, wekî kişandina pîma bombeyekê wê tesîrê bikin."