Haydar Şahin
20 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2018
ANKARA
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) partiyên siyasî yên ku dikarin beşdarî hilbijartina parlementerî, şaredarî, meclisa şaredariyê û endamtiya meclisa bajêr bibin eşkere kir.
Li gor biryara LHByê ya ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin, 9 partiyên ku kongreya xwe di dema wê da kirine, herî kêm 6 meh beriya 1ê rêbendanê şaxên xwe yên ji nivê bajarên welêt zêdetir ava kirine dikarin beşdarî hilbijartinan bibin.
Li gor biryarê navê wan partiyan wiha ye; Partiya Edalet û Pêşketinê, Partiya Tirkiyeya Serbixwe, Partiya Yekîtiya Mezin, Partiya Gel a Komarê, Partiya Demokrat, Partiya Demokratîk a Gelan, Partiya Tevgera Neteweper, Partiya Seadetê, Partiya Wetanê.
Hat gotin ku partiyên din kongreyên xwe di demê da nekirine, taşkîlatên xwe yên li welêt tam ava nekirine, ji ber vê jî nikarin beşdarî hilbijartinan bibin.