ANKARA
Di bernameyeke televizyonê de çend pirsên li ser meseleyên dawî ji Arınçî hat pirskirin. Arınç jî ev pirs bersivandin û hin nêrînên xwe bi raya giştî re parve kirin.
Pirsek li ser pêşnûmaya ku madeya 35. a Qanûna Xizmetguzariya Navîn ya TSKê jî dihundirîne hat kirin. Arinç jî got ku pêşnûma tenê ne li ser madeya 35. e.
Ev madeya han êdî ji hêla her kesî ve tê zanîn, berê vê madeyê piştî darbeyên leşkerî ji xwe re dikirin hincet. Heta niha du kesên ku ji darbeya 12ê Îlonê tên darizandin, dibêjin ku komar divê me biparêze û ev mafekî me yê hiqûqî ye û pişta xwe jî bi vê madeyê ve girê didin.
Arinç da zanîn ku piştî referandûma 12 îlon 2010an, rêya darizandina kesên ku darbe kirin, vebû. Arınç wiha got: "Piştî vê hemû partiyên siyasî xwestin ku ev made biguhere yan jî ji destûrê derkeve. Me jî wek pakêteke demokratîk amade kir û pêşkeş kir."
Arınç diyar kir ku beriya vê çend teklîfên CHPê yên wiha hebûn û wiha pêde çû: "Dibe ku hûn bipirsin gelo we çima qet tiştekî wiha nekir. Ez ê jî bibêjim ku beriya vê me çend madeyên din durust kirin. Çimkî ev bi tenê serê xwe pêşiya darbeyê nedigirt."
Arinç got ku di destûrê de peywira TSKê çawa hatibe eşkerekirin, eynî wisa Qanûna Xizmetguzariya Navîn jî ji nû ve hate pênasekirin.
Arinç got ku madeya 43. jî dikare bê bikaranîn, me ew jî durust kir. Edî ji vir ha de TSK nikare bikeve nav tevgerên siyasî. Ev teorîk jî paratîk jî wisan e. Yanî edî TSK nikare tevli tiştên ku îradeya sîvîl, hukûmet û birêvebirên welêt dikin bibe.
"Xebateke li ser dema leşkeriyê tuneye"
Hat pirskirin ku li ser dema leşkeriyê xebatek heye yan na. Arinç jî bersivand û got: "Di nav vê pêşnûmayê de tuneye. Xebateke bi vî rengî jî halê hazir naxuyê."
Dîsa hat pirskirin gelo hukûmet der barê dema leşkeriyê de bi Sererkaniyê şêwiriye an na. Arinç jî da zanîn ku ev karê Wezareta Parastina Neteweyî ye û wiha pê de çû:
"Jixwe Wezîrê me yê Parastina Neteweyî bi Sererkaniyê re û bi şêwirmendên wan ên edlî re şixuliye. Ez bixwe nikarim li ser navê wan der barê xebatên wan de gotinekê bibêjim. Lê ez baş dizanim ku li ser vê meseleyê hevdîtin çêbûne. Em dikarin der barê mesleyeke ku TSKê eleqedar dike de hin tiştan hîn bibin, lê belê biryara siyasî dîsa hukûmeta me dê bide."
Koma ewlehiyê ya li Cizîrê
Der barê qaşo koma ewlehiyê ya Cizîrê pirsek hat kirin û gotin ku gelo ev çiqas rast e. Arinç got qey rast e ku Valiyê me lêpirsîn vekiriye û hêzên me yên ewlehiyê jî operasyonek kirin da ku vê meselê zelal bikin. Her wiha di pêvajoya çareseriyê de jî tiştên ku Qandîl û BDPê jê re digotin erê, hin komên li Cizîrê digotin na. Hin komên li Cizîrê li hember vekişîna li derveyî sînor, çekdanîn, axaftina newrozê ya Ocalanî jî derketin.
"Tesîreke wan nîne, lewma jî bi wan zor tê."
Li ser pirsên "qey li hember qandîlê derdikevin, hêza wan çiqas e, dikarin tesîreke neyînî bidin pêvajoyê", Arınçî got: "Tesîreke wan nîne, lewma jî bi wan zor tê. Yanî di ber pêvajoyê re tiştên wiha xerîb jî çêdibin. Ev ne tiştekî normal e. Lê em dizanin li qandîlê jî li hember talîmatên wî kesê ku îradeya xwe teslîmkirinê tevger hene."
"Gelek kes teslîm bûn."
Hem li Iraqê, hem jî li Tirkiyê gelek kes teslîm bûn. Ev yeka jî dide nîşan ku pêvajo bi erênî berdewam e.
Hat pirsîn ku ev hejmar di nav kesên ku dê vekişîyana derveyî sînor de ne. Arinçî jî got ku ew cuda ne. Qesta min ne ew in.
"Pêvajoyeke zehmet e"
Arinç wiha pê de çû: "Ev pêvajoyeke pir zehmet e. Di her kêlîkê de rîskek heye. Em li Tirkiyê ketine nav travmayên mezin. Di serê vê yekê de xwedê dizane kî çi difikirî û çi xeyal dikir. Divê em bi sebir bin. Bi destekeke ji sedî 40 û 50'ê em gihiştine ji sedî 70yî. Mirov şikir dikin ku ev 6 meh e cinazeyek jî tuneye.
Rewşa Ocalanî
Hat pirsîn ku dê rewşa Ocalanî çawa be, dibêjin cihê wî dê fireh be, derfetên wî dê zêde bin. Wek hukûmet hûn li vê yekê çawa dinêrin. Arinçî jî got ku tiştên wiha spekulatîf in.
Heke çareser be dê niha çareser be
Arinçî da zanîn ku vê partiyê ji sedî 50 ray standiye û hatiye serî û dixwaze vê meselê hel bike. Di ber vê yekê de gelek rîsk jî girtine li ser milê xwe. Lê dîsa jî bi gelê xwe bawer e. Arinçî piştre wiha pê de çû:
"Heke gelê me ji me bipirse ka we di nav 11 salan de dahatê ji 2 hezar dolarî derxiste 12 hezar dolarî û ew qas balafirgeh, rê, trên, nexweşxane, dibistan, zanîngeh çêkirin lê we vê meselê hel nekir. Em ê çi bêjin. Em ketine nav van fikariyan. Her wiha em ê vê meselê her çi rîsk tê de hebin jî hel bikin. Hûn dizanin ku di paşerojê de du hilbijartin hene. Em vê yekê ji xwe re nakin xem ka gelo em ê ray winda bikin yan na. Lewra me carekê gotiye ku em ê vê meselê hel bikin û divê em hel jî bikin. Heke ku dê çareser be yê niha be. Ku nebe jî tu wextî nabe."
Hilbijartinên Serokomariyê
Cîgirê Serokwezîr Bulent Arınçî da zanîn ku ji bo hilbijartinên serokomariyê hêj salek maye. Arınçî her wiha got ku em ê vê meselê di nav xwe de bi awayekî herî xweş çareser bikin. Bila dilê kesî nemîne. Tişta ku vê partiyê li ser pêya digire, fedakarî, feraset û feraxat e. Di navbera me de nexweşiyek çênabe. Em hemû fitne û paşgotiniyên ku tên kirin, red dikin.
Mesela Cemxaneyan
Em wek hukûmet nikarin 'Cemxane'yan wek îbadetxaneyeke ku îbadetên dînekî tê de tên kirin, qebûl bikin. Lê belê ew jî rastiyek e ku cemxane hene û li wir bawerîyek û hin îbadet, dia, niyaz tên kirin.
Îdiayên îstîfayê
Arinç der barê îdiayên îstifayê de jî wiha axivî: "Ev 40 sal e ez di nav siyasetê de me. Teklîfeke ku tu rojnameger û mûxabîrî nekiriye ew dike. Dibêje sond bixwe. Dema ku min parêzerî kir ez gelek bi sondxwarinê re mijûl dibûm. Lewra ji delîlan yek jî ew e. Heke ku di dawiyê de kesek bikeve tangasiyê sond dixwe. Lê belê min di qada siyaset û rojnamegeriyê de tiştekî wiha nedît. Ez tenê keniyam û hew."
news_share_descriptionsubscription_contact
