08 Adar 2016•Rojanekirin: 09 Adar 2016
ÎSTANBUL
Numan Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr di bernameya "Hevpeyvîna Taybet" a kanala El-Erebiyeyê ku navenda wê Dûbaî ye da xeberda.
Kurtulmuş di hevpeyvîna xwe da der barê qeyrana li Sûriyeyê da destnîşan kir ku heger hewldanên ji bo çareseriyeke siyasî û aştiyane encam nedin wê hemû dewletên herêmê di bin tesîrê da bimînin û wiha axivî: "Agirbest ji sedî 100 li Sûriyeyê pêk nayê. Em hêvî dikin ku heta li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî û aştiye pêk were û hevdîtin û hewldanên ji bo aştiyê, agirbestê dewam bikin."
- "Li Sûriyeyê şerê wekaletê qediya, şerê rastîn dest pê kir"
Kurtulmuş diyar kir ku li Sûriyeyê şerê wekaletê qediya, şerê rastîn dest pê kir û wiha axivî: "Hin dewlet piştgiriyê didin komên çekdar û rêxistinên terorê yên li Sûriyeyê. Meha îlonê ku derbas bû, Rûsyayê rasterast midaxeleyî Sûriyeyê kir. Bi vî awayî şerê wekaletê qediya û li ser axa Sûriyeyê rasterast di nav hêzên navneteweyî da şerê rastîn dest pê kir."
Kurtulmuş diyar kir ku Tirkiye li bakurê Sûriyeyê ji hebûna kurdan aciz nîne û got ku tenê ji ber paqijiya etnîkî ya li ser ereb û tirkmenan aciz e.