22 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2015
ANKARA
Wezîrê Çand û Turîzmê Mahir Unal der barê operasyonên rêxistina terorê de got: "Heta ku ev xendek ji holê rabin, ewlehiya welatiyên me bê parastin, pergala kamuyê pêk bê helbet çi berpirsyarî dikeve li ser milê dewletê, ew ê bike."
Ji axaftina Wezîr Unal hin sernav:
"Niha di destê we de şaredariyên ku bi rayên welatiyan ve hatine hilbijartin hene? Hene. Parlementerên we hene? Hene. Hûn di Parlementoyê de tên temsîlkirin? Belê hûn tên têmsîlkirin. Hikûmeteke ku li hember van pirsgirêkan hesas tevdigere heye? Heye. Niha ev hemû tişt hene û welatî vê pirsê dipirsin: "Çima tundî, çima çek, çima xendek, çima mayin? Çima ez nikarim bi rehetî ji mala xwe derkevim û herim karê xwe? Çima zarokên min birehetî nikare here dibistanê? Çima dibistan tên şewitandin? Çima êrîşî ambulansan dikin? Çima nexweşxane tên şewitandin?" Her tişt li ber çavê welatiyan diqewime. Rêxistina terorê dît ku piştgiriya welatiyan tune û ji ber vê panîk e.
Ma îradeyeke Selahattîn Demirtaş heye? Îradeya Selahattîn Demirtaş tune. Siyaseteke ku komîserên KCKyê namzetiyê diyar dikin li holê heye. Mirovên me yên li herêmê jî vê dizane. Lê mirovên me yên li herêmê, li hember her tiştî hewl dide ku xwe bi Tirkiyeyê re girêde. Li hember tundiyê, terorê bi eşkere tevdigere.
Şaredara Bajarê Mezin a Diyarbekirê li min geriya. Di navbera me da axaftineke wek gotina wê derbas nebû, di navbera me da axaftineke kubar derbas bû û ji min ra qala tiştên ku jê aciz dibe kir. Ji min ra got ku wek şaredar ji vê rewşê aciz e. Min jî jê ra got 'Di vê mijarê da însiyatîfê hildin. Li dijî kesên ku hendekan vedidin, Diyarbekirê terorîze dikin û welat dixin rêyeke tundiyê, însiyatîfê hildin. Jixwe em ê ji bo ewlehiya welatiyên me yên li wê derê tevdîran bigrin.
Emê di van rojên pêşiya me da bi Birêz Serokwezîrê me ra bên bal hev û di nav meha rêbendanê da şiklê dawî bidin pakêtê."
Wezîrê Çand û Turîzmê Unal niha mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê ye. Unal pirsên nûçegihanan dibersivîne û der barê rojevê de diaxive. Daxuyaniyên Wezîr Unal ji ser navnîşana "www.aa.com.tr" û li ser hesabê Twîtterê yê AAyê tên weşandin.