Wezîrê Çand û Tûrîzmê Topçu der barê helwesta wezîrên HDPyî ya li Cizîrê da wiha got: "Kesên ku hatine hilbijartin ma divê qey bi polês û leşkerên dewletê ra bên pêşberî hev? Çi çaxê li dijî kesên ku molotofan diavêjin sekinîne û dengê xwe derxistine? Li dijî kesên rûpêçayî disekinin? Li dijî kesên ku bajarên me tevlihev dikin û xera dikin disekinin û dibêjin êdî 'rawestin'? Divê di vê mijarê da ji bo ku ji wezîfeyê bên hildan, çi hewce dike were kirin."
Wezîrê Çand û Tûrîzmê Yalçin Topçu bû mêvanê Maseya Edîtoran a AAyê û der barê rojevê da xeberda.
Topçu der heqê êrîşên terorê da wiha peyivî: "Ew kesên ku li Milazgirê, li Qudsê, li Çanakkaleyê, li Sakaryayê, li Dûmlûpinarê û li Anafartayan em ji bîr nekirin, niha dixwazin wan rûpelên dîrokê ji nû va vebikin. Armanca wan bi vê ew e ku di dîzayna nû ya erdnîgariya şaristaniyê da serê Tirkiyeyê xwar bikin."
Topçu xeberdana xwe wiha berdewam kir: "Ez kurd im, tirkmen im, laz im û çerkez im, lê ez miletê tirk ê mezin im û di bin alaya sor a bi hîv û stêrk da çawa ku ev hezar sal in dijîm, bi biryar im ku heta qiyametê jî bi awayî bijîm."
Topçu di axaftina xwe da bal kişand ser maf û azadiyan û wiha got: "Ji aliyekê va em ê hedê wan kesên ku ewlehiya gel û kamuyê dikin talûkeyê bi wan bidin zanîn û çi heq dikin bikin; lê ji aliyê din va jî li welatên Ewropayê yên demokratîk maf û azadiyên gelan çi bin, em ê li welêt zêdetirî wan maf û azadiyan bidin gel."
Topçu wiha got: "Tiştê ku meriv dikare bibêje bi tenê ev e, birayên me yên kurd li Çanakkaleyê çawa tevgeriyan, li Milazgirê çawa tevgeriyan, Nûreddîn Mehmûd Zengî û Selaheddînê Eyyûbî çawa ku di çarçoveya armancekê da hatin bal hev, weke ku Bediûzeman dibêje lazim e li hemberî wan kesên ku dixwazin 'ev herdu mêrxasên umetê berî hev bidin' divê meriv hay ji xwe hebe. Di têkoşîna li hemberî terorê da di bin alaya bi hîv û stêrk da û divê li cem dewletê cih bigire û bi wê ra tevbigere."
Topçu li ser tevgera wezîrên HDPyî ya li Cizîrê da wiha xeberda: "Ma wateya hilbijartinê ew e ku dema meriv hat hilbijartin li cem terora cudaker, li cem dijminên dewlet û miletê me, li cem hêz û qewetên ku dixwazin bi destê terora cudaker çonga Tirkiyeyê bidin erdê, bisekine. Kesên ku îdia dikin hatine hilbijartin divê ku li gor hiqûq, heq û wezîfeya ku dikeve ser wan tevbigerin? Kesên ku hatine hilbijartin ma divê qey bi polês û leşkerên dewletê ra bên pêşberî hev? Çi çaxê li dijî kesên ku molotofan diavêjin sekinîne û dengê xwe derxistine? Li dijî kesên rûpêçayî disekinin? Li dijî kesên ku bajarên me tevlihev dikin û xera dikin disekinin û dibêjin êdî 'rawestin'? Divê di vê mijarê da ji bo ku ji wezîfeyê bên hildan, çi hewce dike were kirin."
Topçu wiha got: "Vê sîstemê car caran tedayî li kurd, elewî, ulkucu û şoreşgeran kiriye. Kesên ku serkêşiya vê pergalê kirine li gor fikir, helwest û siyaseta xwe car caran tedayî kirine û yên ku ji vê zirar nedîtine hene? Ma qey navê vê bûye pirsgirêka ulkucu, şoreşger û dîndaran e? Çawa wiha nabe, navê vê jî nabe pirsgirêka kurdan. Navê vê pirsgirêka rêxistina terorê ya cihêxwaz e."
Topçu der barê tevgera wezîrên HDPyî ya li Cizîrê da got: "Karên ku dikin ne li gor welatîbûnê ye, ne li gor hilbijartîbûnê ye û ne jî li gor wezîrbûnê ye. Madem evqasî heweskar in ku di bûyerên wiha da cî bigrin, serî bikişînin, bira wek sivîl çi hewce dike bikin. Jixwe tu kesî jî dest û nigên wan girênedaye."
Topçu der heqê tevgera wezîrên HDPyî ya li Cizîrê de xeberdana xwe wiha berdewam kir: "Di sonda parlementeran da ji bo terora cudaxwaz piştgirî heye? Di sondê da îxaneta li dijî milet heye?"
Topçu wiha xeberda: "Niha em bi şerekî cidî ra rû bi rû ne. Ez cardin dubare dikim. Ez cardin dibêjim, em ne bi rêxistina terorê, ne jî wan kesên ku li Qendîlê ji bo xwe herem ava kirine ra mixatab in, em bi 7 dugelî ra hatine hemberî hevdu. Ez vê bi eşkereyî dibêjim."
Topçu wiha got: "Yên ku naşibin hevdu, jiyana wan ne wek hevdu ye, nêrîna wan ne wek hev e, li hember tevgera rêxistina terorê ya ku îstiqrarê xirab dike, dibin yek. Ji bo vê Nîşantaşî, Hekarî û nizam li ku heman rêje ray derdikeve. Di navbera rêjeya ji wir derdikeve û ya li vir derdikeve da tu cudahî tuneye. Rêjeya rayên ku rêxistina terorê li wir desthilat e derdikeve holê û aliyê din rêjeya rayên ku yên vîskiyê vedixwin heman rêje ye, me ev dît."
Topçu bal kişand ser helwesta wezîr û parlementerên HDPyî û wiha xeberda: "Niha ew çi dikin, li pêşberî hemû gelê Tirkiyê rêxistina terorê ya cudaxwaz meşrû dikin. Ew niha çi dikin, cudahiya wan ji rêxistina terorê çi ye, di destê wan da çek heye; lê di destê vana da çek tunene, bi mehaneyên zêde, bi perê pir rêxistina terorê diparêzin û ji bo meşrûkirina wê hewl didin, ji bo alîkariyê çi ji destê wan tê dikin. Ez ewladê tirkek misilman im, ez vê yekê bi tu awayî qebûl nakim."
Topçu bal kişand ser bûyerên terorê û wiha got: "Bala xwe bidin çalakiyên rêxistina terorê, ji wan yek jî ne ji ber pevçûnê ye. Bi xayîntî û nemerdî dafikan datînin û mayinên di destê xwe da yên ku di nav demê da li ser rê raxistine, diteqînin."
Topçu der barê rêxistina terorê da wiha got: "Bi îstixbarata ku ji derva distînin der barê sewq û îdarekirina leşkerên me da agahiyê hildidin. Bi alîkariya derva û bi alîkariya hêzên li pişta wan hewl didin. Bûyera Daxlicayê jî yek ji vê ye."
Topçu der heqê pêvajoya çareseriyê da wiha got: "Pêvajoya çareseriyê desthilatdariya 13 salan bi tena serê xwe birêve nebir. Hûn kirin odeyekê, ka em koalîsyona desthilatdar a wê rojê bi bîr bînin. Hûn kirine odeya ku lê serokê rêxistina cudaxwaz hat dardekirin, piştî 7 saetan hûn ji wê odeyê derketin û we got ku 'ji bo maf û berjewendiyên dewletê minasib nîne.' Ew roj roja pêvajoya çareseriyê bû. Îro jî yekeyên dewletê yên eleqedar rûniştin, gotin ku 'dardekirina serokê rêxistinê ji bo berjewendiyên neteweyî yên dewletê minasib nîne."
Topçu bal kişand ser têkiliya di navbera bûyerên dawîn û tûrîzmê da û wiha got: "Di vê rewşê da dema em li zirarê dinihêrin rêje ji hezarî 38 e. Yanê dema em li encama çalakiyên rêxistina terorê dinihêrin, di hejmara tûrîstan û dahata tûrîzmê da ji hezarî 38 şikestin heye. Ev jî zirar û kêmasiyeke mezin nîne. Wê were telafîkirin."