Muhammet Kurşun
19 Sibat 2017•Rojanekirin: 19 Sibat 2017
MÜNİH
Civîna Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî xelas bû.
Yildirim û Barzanî di çarçoveya beşdariya civîna 53emîn Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de ji bo ziyaret û hevdîtinan li Munîhê de. Di vê çarçoveyê de Yildirim û Barzanî civînek kirin.
Civîna ku li otêleke Munîhê birêve çû nêzîkî 40 deqîqeyan domiya.
Di civînê de Wezîrê Yekîtiya Ewropayê û Sermizakir Omer Çelîk, Wezîrê Derveyî Mevlut Çavoşoglu, Musteşarê Wezareta Derveyî Umît Yalçin, Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan, Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker û Balyozê Tirkiyê li Berlînê Ali Kemal Aydin beşdar bûn.