01 Gulan 2017•Rojanekirin: 01 Gulan 2017
DELHIYA NÛ
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Em bi Ajansa Piştgiriyê ya Veberhênanê û saziyên me yên din ve amade ne ku piştgiriyê bidin şirketên Hindistanê yên ku dixwazin li welatê me veberhênanan bikin."
Erdogan di "Civîna Kar ya Tirkiye û Hindistanê" ya ku li Otela Taj Palace New Delhiyê hat lidarxistin de axivî.
Erdogan anî ziman ku ew ji ber beşadriya vê civînê kêfxweş e û got civîn li ser xêrê be.
Erdogan got di navbera Tirkiye û Hindistanê de tûrîzm jî qadeke girîng e ku hevkarî divê bê kirin û wiha axivî: "Par 25 milyon turîstên biyanî hatine ziyareta welatê me. Ev rêje ji bo me ne rêjeyeke îdeal e. Di nav van de hejmara turîstên hindî bi tenê 79 hezar e. Halbihal em li bendê ne ku ji Hindistanê zêdetir turîst werin."