Muhammet Kurşun
01 Mijdar 2017•Rojanekirin: 01 Mijdar 2017
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, li ser îddiayên ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daxwaza randevuyê kiriye wiha got: "Helbet ev daxwaz tên nirxandin. Teqdîra vê yekê di destê Birêz Serokomarê me de ye. Eger ew guncan bibîne di wext û zemîneke guncan de ev hevdîtin dê bêne kirin."
Îbrahîm Kalin, li Kulliyeya Serokomariyê civîna çapemeniyê li dar xist û der barê rojevê û mijarên giring de nirxandin kirin, cewaba pirsan da.
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, li ser îddiayên ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daxwaza randevuyê kiriye wiha axivî:
"Wek tê zanîn di rabirdûyê de jî Birêz Serokomarê me bi gelek wesîleyan pêşwaziya Birêz Nêçîrvan Barzanî kir, sifetê Birêz Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê bû. Piştî ku dema wezîfeya Mesûd Barzanî nehat dirêjkirin, desthilatên wî jî dewrî Nêçîrvan Barzanî bûn. Ji ber vê yekê tabloyeke nû derketiye holê. Helbet ev daxwaz tên nirxandin. Teqdîra vê yekê di destê Birêz Serokomarê me de ye. Eger ew guncan bibîne di wext û zemîneke guncan de ev hevdîtin dê bêne kirin. Ji bo vê lazim e rêveberiya Hewlêrê hin gavên din bavêje."
Kalin herwiha got: "Daxwaza me û ya hemû kesan ji rêveberiya Hewlerê ew e ku ev referandum heçko nehatiye kirin bê qebûlkirin û di rêya xwe de dewam bikin."
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin li ser êrişa terorî ya li New Yorkê jî got: "Êrişa terorî ya li New Yorkê em bi tundî şermezar dikin. Êrişên terorî yên wiha kî li ser çi bike, di mirovahiyê de cihê wê tuneye û em bêteredûd, bi tundî şermezar dikin. Ez vê bibêjim."
Ji bo dawetkirina PYDê ji aliyê Rûsyayê jî wiha nirxandin kir:
"Der barê vê da hevalên me duh gotin ku tiştekî emrêwaqî heye, me jî di vê mijarê da demildest dest bi xebatan kir û berteka xwe nîşan da. Jixwe mimkun nîne ku em vê qebûl bikin."