TBMM
Parlementerê BDPê yê Diyarbekirê Altan Tan got ku 900 mamosteyên dê dersa hilbijarî ya kurdî bidin amade ne, lê tayina van kesan nehatiye kirin. Hikûmetê gelek caran diyar kir ku dê tayina mamosteyên kurdî bike, lê hikûmet bêdil e.
Tan îdia kir ku hikûmet "wekî dê bike" tevdigere û dema dikeve tengasiyê jî bi guherînên piçûk hundirê pakêtên xwe vala dike. Ji serî de tiştê dike ev e. Heta ku ji destê wê tê dixwaze hindik bide, dayîna mafan bi derengî bixe da ku tu maneya wê nemîne."
Tan, hikûmet dewetî cidiyetê kir. Li ser pirsa rakirina sondê jî got ku di dibistanên taybet de perwerdeya kurdî gaveke baş e, lê têrê nake.