10 Îlon 2018•Rojanekirin: 11 Îlon 2018
VAN
Di doza serekî ya KCKyê li Wanê ku bi biryara "betalkirinê" ya Daîreya 16emîn a Cezayê ya Dadgeha Bilind a Dadrêsê va cardin dest pê kiribû da di navbera 6 sal û 3 meh û 8 sal û 9 mehan da cezayê hebsê dan 13 berşikên ku di navê da Şaredarê berê yê Bajarê Mezin Wanê Bekir Kaya jî heye.
Dosye piştî biryara betalkirinê ji Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn a Wanê ra hat şandin. Li dadgehê jî berşik beşdarî danîşîna biryarê nebûn, lê parêzerên wan amade bûn.
Parêzeran tawanbariyên der heqê miwekîlên xwe da red kirin û xwestin ku bên berdan.
Heyeta dadgehê ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê PKK/KCKyê" ji Şaredarê berê yê Bajarê Mezin Wanê Bekir Kaya, Cuneyt Caniş, Nezahat Erguneş, Halis Çakir, Metin Adugit, Mihriban Şah, Murat Durmaz û Veli Avci ji her yekî ra 8 sal û 9 meh, ji Îhsan Guler, Abdulkerim Sayan, Mehmet Şirin Yildiz û Derviş Polat ji her yekî ra 7 sal û 6 meh ji Hecer Sarihan ra jî 6 sal û 3 meh cezayê hebsê birî.
Heyetê biryar da ku berşik Kaya hikmen were girtin û herwiha der heqê yên mayîn da jî biryara girtinê derxist.