TBMM
Di Lijneya Giştî ya TBMMyê de di gotûbêjkirina butçeyê de Parlamentera BDPyê ya Karsê Mulkiye Bîrtane û Parlamenterê BDPyê yê Wanê Ozdal Uçer parlamenterên girtî yên BDPyê wekî "parlamenterên Kurdistanê" bi nav kirin û ev bû sedema gengeşiyê.
Di Lijneya Giştî ya TBMMyê de di gotûbêjkirina butçeyên Wezareta Parastina Neteweyî û Wezareta Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê de li ser navê koma BDPyê Mulkiye Bîrtaneyê axivî. Bîrtaneyê di axiftina xwe de destnîşan kir ku parlamenterên girtî tevlî gotûbêjkirinê nabin û ev jî li ber demokrasiyê astengiyek e.
Bîrtaneyê di axiftina xwe de îdia kir ku biryara Dadgeha Makezagonê ya der barê Parlamenterê CHPê yê Îzmirê Mustafa Balbay de ji bo hemû parlamenteran derbas dibe û wiha got: "Divê parlamenterên Kurdistanê jî bên berdan."
Cîgirseroka TBMMyê Ayşe Nûr Bahçekapili piştî axaftina Bîrtaneyê wiha got: "Axaftina we li gor destnedayîna qursiyê dinirxînim, endamên TBMMyê ne li gor herêma ku jê hatine hilbijartin, li gor gel tên temsîlkirin û binavkirin."
Parlamenterê MHPyê yê Ispartayê Nevzat Korkmaz li dijî axaftina Bîrtaneyê bertek nîşan da û destnîşan kir ku divê koma AK Partiyê di vê mijarê de daxuyaniyê bide.
Piştî Bîrtanêyê Parlamenterê BDPyê yê Wanê Ozdal Uçer axivî û wiha got: "Yên ku li Bakurê Kurdistanê tekoşîna pêkvejiyanê didin, tev girtî ne."
CHP û MHPyê ji bo axaftina Uçer bertek nîşan dan û îdia kirin ku li gor makezagonê ev sûc e.
Uçer di axaftina xwe de heman îfade dubare kir û navên hin bajaran bi kurdî gotin. Piştî vê Bahçakapiliyê mîqrofona Uçer girt û wiha got: "Ev der Tirkiye ye. Dewleta Tirkiyeyê bi dewlet û gelê xwe yekpare ye."
Parlamenterê BDPyê yê Mûşê Sirri Sakik diyar kir ku divê polîtîkayên cihêkirinê bên terikandin û bi bîr xist ku dadgehê dazwaza serbestberdanê red kiriye û wiha got: "Balbay tirkê sipî nîne? Dadgeh wî serbest berdide. Dadgeha Stenbolê biryarek dide ya Diyarbekirê biryareke dinê dide. Hun ê nikaribin hesabê vê bidin."
Cîgirserokê Koma MHPyê Oktay Vûral diyar kir ku tekoşîna li dijî terorê meşrû û hiqûqî ye û wiha got: "Dijminê rastîn PKK ye ku zarokên di pêçekê de dikuje û bazirganiya mirovan û tiryakê dike."
Cîgirserokê Koma AK Partiyê Ahmet Aydin jî destnîşan kir ku biryara der barê parlamenterên girtî de biryareke zelal nîne û dibe ku bê niqaşkirin.
Piştî ku nîqaşa di navbera BDP, CHP û MHPyê de dirêj bû Bahçekapiliyê navber da rûniştandinê.