Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş got: "Ne sibê, ez niha di vê saetê de li Îzmirê dixwazim bang bikim, lazim e êdî mirin derhal bisekinin. Lazim e PKK bê şert, bê merc çalakiyên xwe yên biçek, bibombe yên li bajar û çiyayan li dar dixe bi dawî bike."
Demirtaş li Navenda Kongreyê ya Tepekuleyê bi endamên çapemeniyê re civîn kir û diyar kir ku bi rastî jî Tirkiye niha di heyameke qrîtîk de derbas dibe û lazim e ku tirk, kurd, esker, polês û sivîl divê ji tu aliyî tu kes neyê kuştin û wiha pê de çû: "Ne sibê, ez niha di vê saetê de li Îzmirê dixwazim bang bikim, lazim e êdî mirin derhal bisekinin. Lazim e PKK bê şert, bê merc çalakiyên xwe yên biçek, bibombe yên li bajar û çiyayan lidardixe bi dawî bike. Ji aliyê me ve alternatîf û 'lê"ya vê tuneye. Ji hêla siyaseta demokratîk ve tu hinceta HDPê tuneye. Hesabê sûcên AKP bi kuştina polês û eskeran ve nayê pirsîn. Ew hemû zarokên vî welatî ne."
- Nîqaşên li ser hilbijartina berwext
Demirtaş destnîşan kir ku hilbijartina berwext di nav partiyan de êdî meseleyeke tercîhê nîne û bi talûkeya şerê navxweyî re rû bi rû ye.
Rojnamegeran der heqê mûxtariyetê yên ku serokên hin şaredariya ji bo wê daxuyanî dan ji Demirtaş pirs kirin û wî jî got ku tu têkiliyeke fermî ya HDPê bi wan şaredariyan re tuneye.
Ji bo biryara wan a ku bi AK Partiyê re hikûmeta koalîsyonê ava nekirin lê wê di hikûmeta hilbijartinê de cih bigirin jî wiha axivî: "Hikûmeta hilbijartinê ya niha ne hikûmeta AKPê ye. Em di nav hikûmeta AKPê ya ku bê avakirin de cih nagirin."
Demirtaş bal kişand ser 6 milyon kesên ku rayên xwe dane HDPê û diyar kir ku di hikûmeta hilbijartinê de 3 wezaret heqê wan in, ji bo ewlehî û edaleta hilbijartinê jî divê ew di hikûmetê de bin.