Nûnerên saziyên civaka sivîl ên herêma Anadoluya Başûr rojhilat dixwazin ku pêvajo bi aştiyane bi dawî bibe û ji bo vê mijarê jî dixwazin ku berpirsiyarî bi cih bînin û hizûr û normalîzebûn dewam bike.
Endamê Rêvebirinê yê Konfederasyona Esnaf û Sanatkaran a Tirkiyeyê (TESK), Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sanatkaran (DESOB) Alîcan Ebedînoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi pêvajoya çareseriyê va hizûr hat û li herêmê weke her qadan di qada aboriyê da jî pêşketin çêbû.
Ebedînoglu wiha got:"Ji bo ku pêvajoya çareseriyê hebe nebe, em bangî hemû partiyên siyasî yên meclisê dikin ku bi awayekî derasayî bicivin."
Ebedînoglu got ku berê gelek mirov mirin û divê êş û kedera ku berê çêbû neyê jibîrkirin.
Serokê Komeleya Sanayîkar û Karsazên Sîîrtê (SÎSÎAD) Kemal Bîlîm jî diyar kir, ji bo ku pêvajoya çareseriyê dewam bike, divê her kes alîkariyê bike û hewl bide.
Bîlîm got ku pêvajoya çareseriyê hem ji bo herêmê hem ji bo welêt bi xêr e û wiha dewam kir: "Astengkirina veberhênanan, qedandina agirbestê ne ji bo gelê herêmê ne ji bo welêt feyda wê heye. Divê aştî û biratî dewam bike."
Berdevka Platforma Jinê Pêşeng Zeynep Alkişê jî got ku "Di derbasbûna pêvajoya normalîzebûnê da şiddet ji bo vê cografyayê îxanet e."
Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sanatkarê Sîîrtê Rifat Ayyildiz jî got ku berdewamiya pêvajoya çareseriyê hêviya herî mezin e. Ayyildiz got ku divê destûr neyê dayîn ku daxuyaniyên zirarê didin pêvajoyê werin dayîn û wiha dewam kir:
"Divê destûr neyê dayîn ku rêxistin agirbestê xerab bike û divê destûr neyê dayîn ku rojên berê dubare bibin."
Serokê Şaxa Batmanê yê MAZLUMDERê Hasan Argunaga got ku di van rojên dawiyê da geşedan zirarê didin pêvajoya çareseriyê û ew ji van geşedanan bi fikar in.
Argunaga wiha got: "Weke ku em li dijî hemû wesayetan in, em ê li dijî lêferzkirineke ku ji Qendîlê were jî bisekinin û li dijî gavên ku zirarê didin pêvajoyê bin."