14 Adar 2017•Rojanekirin: 15 Adar 2017
ANKARA (AA) - Serokwezîr Bînalî Yildirim derbarê hevdîtina bi Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte re kir de wiha got: "Em derheqê bûyera ku me aciz kir de axivîn. Wan jî dengê xwe li me bilind kir, me jî dengê xwe li wan bilind kir."
Serokwezîr Yildirim di weşana zindî ya hevpar a Haberturk TV, Bloomberg HT û Show TVyê de pirsên derbarê rojevê de bersivandin.
Yildirim li ser pirsa "Gelo tişekî ji bilî yên ku em li ser diaxifin yê divê raya giştî pê zanibe heye an na?" Yildirim got ku di têkiliya bi Ewropayê re van rojan pirsgirêk hene, ev veşartî nîne û wiha dewam kir: "Bi taybetî di serdema dengdayîna raya giştî de ev pirsgirêk hinekî derket pêş, ya rast ev berê jî hebû. Ya rast aniha li hin welatên Ewropayê yên sereke hilbijartin heye, niha li Almanya, Fransa, Hollandayê hilbijartin hene. Li gor min bandoreke neyînî ya evana li ser vê pêvajoyê heye."
- Em komên bê deng ên Ewropayê dixwazin her tişt bikeve rê
Serokwezîr Yildirim got: "Li Ewropayê komeke eqlê selîm, bi wicdan heye. Dengê evana zêde dernakeve. Li aliyê din jî partiyên ku dixwazin ji vê ranta siyasî bi dest bixin hene. Ew me hedef digirin lê ez pê bawer im ku em koma bêdeng a li Ewropayê dixwaze ev rageşî bidawî bibe û hertişt bikeve rê."
Yildirim bal kişand ser tirkên li Ewropayê dimînin û navbera welatan de wekî pireya dostaniyêne û got: "Bêguman xirabbûna têkiliyên nav welatan de ji bo Tirkiyeyê kêrhatîne lê bi kêrî Ewropayê nayê, ev zirarê didê. Divê bi vê yekê jî bê zanîn."
“Mexdûrên êrîşin bi seg û copan…”
Bal hat kişandin ser rêpênedana Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya ji bo çûna Serokonsolgeriyê û ji Yildirim hat pirsîn, “Gelo em bi Hollandayê ra ketine qeyraneke ku çareser nabe? Em hêviya çi Hollandayê dikin, Hollanda dive çi bike ku şerefa me ya millî bê temîrkirin?
Li ser van pirsyaran Yildirim wiha axivî: “Dema îzin nedan Wezîrê me yê Karê Dervayî ji xwe ev di diplomasiyê da şaşiyek e, eybeke mezin e. Di ser da tevgera li dijî Wezîra me ya Malbatan xwe ji hedê xwe derxistin. Rewşeke fîîlî di vir da heye. Pêdivî lêborîn bê xwestin, sersebebên vî karî bên eşkerekirin û hesab ji wan bê xwestin. Herwiha ew welatiyên me yên ku bi seg û copan êrîş li wan hat kirin, divê mafên wan li wan bên vegerandin.”
Yildirim di bersiva pirsa derbarê ragirtina firînên serdanên payebilind yên bo Hollandayê da jî destnîşan kir ku dema wextê wê hat şert û merc hatin cî ewê bersiv û berdêliya vê jî bidin.
“Em rûnin pêkva xwarinê bixwin”
Yildirim di bersiva pirsa peywendiya telefonî ya şeva 12ê adarê digel Serokwezîrê Hollandayê Rutte da got, “Wê şevê dema qeyran zêde bû me xwest berî daxuyaniyê em bi wan ra biaxivin. Ew bixwe jî geriya em axivîn. Me anî ziman ku ew karê hatiye kirin şaş e û divê çareser bibe û wê ev tişt zirarê bide têkiliyên me. Wan jî got ‘me jî nedixwest bê vê astê’. Sedemên ku li gor xwe mafdarin rêz kirin. Di dawiyê da got, ‘dema rewş sar bû em rûnin xwarineke pêk va bixwin’. Lê me ti bersivek neda. Çimkî di wê hengama axaftinê da wan jî dengê xwe li me bilind kir, me jî dengê xwe li wan bilind kir."