13 Nîsan 2019•Rojanekirin: 14 Nîsan 2019
Serokê Giştî yê Devlet MHPyê Bahçelî: "Em li hember hewldanên pûçkirina çanda me ya demokrasiyê bêdeng namînin û çavên xwe jî li hember gendeliyên di sandoqan da nagirin."
Bahçelî li Kizilcahamamê di vekirina civîna ku bi beşdariya endamên Lijneya Rêvebiriya Navendî û Lijneya Disiplînê ya Navendî ya MHPyê û parlamenteran hat lidarxistin da axivî.
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî destnîşan kir heke pevajoyên demokratîk têxin şikê, keda li qadê û bijartina bi rûmet a gel li ser sandoqê texrîb bikin ew ê ev rê li ber encam û pirsgirêkên mezin veke û wiha got: "Wexta me ya ku em bi bekoyan ra mijûl bibin tuneye. Bi hîlebazên siyasî, xapînokên siyasetê ra xwe bixapînin, bikevin asta wan ne halê me ne jî heqê me heye û wê tunebe jî. Em ê li pêşiya xwe mêze bikin, li karê xwe mêze bikin û ji rêya xizmeta gel veneqetin."
Bahçelî destnîşan kir li hember pûçkirina çanda wan ya demokrasiyê wê bêdeng namînin û çavên xwe li hember gendeliyên di sandoqan da jî negirin.
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî diyar kir bi ferqekeke mezin di hilbijartinên 31ê Adarê da Îtifaqa Cumhur bi ser ket û wiha got: "MHP ji kîsik û qilûzên xwe xilas bû. Şikir bi îstiqarar, îrfan, bawerî û îdiayên xwe mezinbûna xwe domand. Pêşeroja Îtifaqa Cumhur û pêşeroja Tirkiyeyê rastî hev hatine. Kesên bi zîlet û îletê li hev kirine li hember Tirkiyeyê eniya şer û şeqawetê ava kirine. Rêya wan tarî ye û seqet e û rasterast derdikeve kendal."
Bahçelî destnîşan kir partiya wan ji gelek cihan rasterast ray hilneda û rêjeya wan ji sedî 7,4 nîşan dan, ev jî neheqiyeke û bêedaletiyeke mezin e û wiha axivî: "Rayên partiyan di hilbijartina 31ê Adarê da hildane herî baş wê di encama hilbijartina meclisên giştî yên bajaran da xuya bike û partiya me di vê qadê da ji sedî 18,81 ray hildaye."
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî diyar kir CHPyê bi taybetî li 11 şaredariyên mezin encam hildaye û wiha got: "Ev di heman demê da serkeftina Pîrus e. Meriv qezenc bike û têk here, ev tiştekî wiha ye."
Bahçelî destnîşan kir hilbijartin li Tirkiyeyê hatiye kirin, gelê Tirk hilbijartin kiriye û wiha got: "Çi bi Amerîkayê dibe, çi bi welatên Ewropayê dibe, ew çima dikevin nav teşqeleyê? Bi mudaxelekirina karên me yên navxweyî û şik birina li ser demokrasiya me, sorkirinê va ew dixwazin çi bikin?"
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî der barê Mansur Yavaş da wiha axivî: "Ji bona Şaredariya Mezin ya Enqereyê kesekî ku hê ji sûcên der barê wî da tên îdiakirin paqij nebûye û li ber hiqûqê derneketiye paqijiyê hatiye hilbijartin. Îradeya li şaredariyên navçeyan di şaredariya mezin da tecelî nekiriye û ev gorî me kêmasiyek e û şert e ev bê telafîkirin."
Bahçelî destnîşan kir gendeliya sandoqê ya organîze derketiye meydanê û wiha axivî: "Li Buyukçekmece û Maltepeyê êdî eyb nayê pînekirin. Encamên ji sandoqê derketine û yên çûne ber destê Lijneya Hilbijartinê li hev nakin û di hilbijartina li Stenbolê da fikar çêbûne. Heger encam wijdana civakê rehet neke meriv dikare li ser dubarekirina hilbijartina li Stenbolê bifikire."
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî diyar kir Serokomarê Fransayê Macron bi biryarnameya serokomariyê va 24ê Nîsanê wek roja bîranînê îlan kir û ev yek rûreşî û şerm e û wiha axivî: "Fransa heke dixwaze bi bîr bîne bila mesûmên li Afrîkayê qir kir û sed sal berê xwîna ku li Çukurovayê rijand bila bi bîr bîne. Divê ji gelê Tirk lêborînê bixwazin."
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî diyar kir hilbijartina li Îsraîlê hat kirin û encama Netanyahu bi dest xist nîşan dide ku senaryoyên reş û tarî yên li ser herêma me wê bi tundî dewam bikin.