VAN
Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê wiha got: "Heger koalîsyona CHP û MHPyê jî çêbe, divê di warê aştiya Tirkiyeyê û pêvajoya çareseriyê da wezîfeya xwe bi cî bîne."
Yuksekdagê li Wanê li serokatiya bajêr a partiya xwe civîna çapemeniyê çêkir û pirsên rojnamevanan ên der barê rojevê da bersivand.
- "Hilbijartina teze di rojeva welêt da tuneye"
Yuksekdagê li ser pirsa der barê avakirina hikûmeta koalîsyonê da wiha got: "Wê hefteya pêşiyê parlementerê sond bixwin û peyra wê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wezîfeyê bide Serokwezîr Ahmet Davutoglu."
Yuksekdagê diyar kir ku wê Davutoglu dest bi hevdîtinan bike û wiha xeberda: "Em dixwazin di demeke kurt da li Tirkiyeyê hikûmeta koalîsyonê çêbe û em amade ne ku piştgiriyê bidin. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi hilbijartineke teze tuneye. Vê gavê ji bo avakirina hikûmeta koalîsyonê astengî tunene. Hilbijartina teze jî di rojeva welêt da tuneye. Îhtimala herî xurt ew e ku di navbera partiyên yekem û duyem da koalîsyon çêbe. Wê ev îhtimal çiqas pêk were em ê bibînin. Ji bo me ya girîng ew e ku em bibin mixalefeteke xurt."
Yuksekdagê li ser pirsa "Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu li Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî teklif kir ku hikûmetê ava bikin û bira Bahçelî bibe serokwezîr" wiha got: "Di navbera partiyan da axaftinên wiha dibin. Bi taybetî di vê mijarê da helwesteke me tuneye. Heger koalîsyona CHP û MHPyê jî çêbe, divê di warê aştiya Tirkiyeyê û pêvajoya çareseriyê da wezîfeya xwe bi cî bîne."
Yuksekdagê li ser pirsa "Li ser daxwaza Ocalan HDP dikare bi AKPyê ra koalîsyonê bike" wiha xeberda: "Mixabin ji 5ê nîsanê vir va em nikarin bi serokekî ku feydeyeke mezin daye demokrasiya Tirkiyeyê ra biaxivin. Ev tê wê meneyê ku tevliheviyê dixwazin. Divê ev tecrît rabe û sebir jî heta derekê ye."