Nihat Kavşut
15 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2020
Wezîrê Parastina Hulusî Neteweyî Akar: "Em dixwazin him li Libyayê û him jî li Îdlibê çarseriya siyasî, aştî û hizûr çêbe û xwîna ku dirije bisekine."
Akar li Wezareta Parastina Neteweyî bi nûnerên Enqereyê yên televizyona û rojnameyan ra hat bal hev.
Wezîrê Parastina Neteweyî Akar destnîşan kir ku dixwazin him li Libyayê û him jî li Îdlibê çarseriya siyasî, aştî û hizûr çêbe û xwîna ku dirije bisekine.
Akar der heqê şiroveyên ku di bêjin li Libyayê îhtimala agirbestê nemaye da got ku em nikarin wisa bibêjin, der heqê agirbestê da xebat didomin.
Wezîrê Parastina Neteweyî Akar ji ber îdiaya li Libyayê agirbest qediyaye got ku li qad û eniyê rewş wisa nîne.
Akar li ser pirsa der barê Konferansa Libyayê ya li Berlînê da got ku wê ji wir encamek derkeve.
Hulusî Akar der heqê têkoşîna dijî FETOyê da jî wiha axivî: "Ji 15ê Tîrmehê heta niha der barê 23 hezar personelên Hêzên Artêşa Tirkiyeyê da kar û barên fermî hatine kirin. Em destûrê nadin ku tu bêbextek vê unîformaya navdar li xwe bike."