Muhammet Kurşun
01 Nîsan 2017•Rojanekirin: 01 Nîsan 2017
WAN
Serokwezîr Bînalî Yildirim, behsa şair, alim û hunermendên kurd kir û got: "Em Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran in ku bi me re di heman baweriyê de ne. Em Şivan Perwer û Ahmet Kaya ne ku bi heman stranan li têlên dilê me dixin. Dema tê gotin Helebce jî û Bosna jî dilê me dişewite."
Yildirim li Wanê di axaftina xwe ya Meydana Beşyolê de li ser rojeva referandûmê, biratiya kurd û tirkan û tarîxa hevpar daxuyaniyên giring dan.
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku ewê têkoşîna xwe li dijî terorê berdewam bikin û terorîst li ku bin ewê li pey wan herin, lê digel kurdan qedera wan hevpar e û wiha axivî:
"Em Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran in ku bi me re di heman baweriyê de ne. Em Şivan Perwer û Ahmet Kaya ne ku bi heman stranan li têlên dilê me dixin. Dema tê gotin Helebce jî û Bosna jî dilê me dişewite."
Herwiha destnîşan kir ku kurd nayên lîstikê û wiha pê de çû:
"Niha dixwazin me wek kurd û tirk ji hev cuda bikin. Ez dizanim birayên me yên kurd nayên vê lîstikê. Milletê me dê planên wan li nav çavên wan bixe. Yên dixwazin me parçe bikin dê cewaba xwe ji Wanê bistînin."