TBMM
Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê got ku divê pêvajoya çareseriyê bi aliyekî ve neyê birêvebirin û wiha dewam kir: "Hikûmetê amadehiyên xwe yên ji bo mizakereyê temam nekir. Em dixwazin ku di nav du hefteyan de hikûmet ji bo mizakereyan biryarê bide û dest bi mizakereyan bike."
Yuksekdagê li meclisê daxuyanî da rojnamegeran û Besteka Ewlehiya Navxweyî û pêvajoya çareseriyê nirxand.
Yuksekdagê der heqê namzediya parlementeriyê ya misteşarê MÎTê Hakan Fîdan de wiha axivî: "Pêvajoya girêdayî şexs û kadroyan nîne, qadeke azad e. Ez ne bawer im ku bandora Fîdan li ser birêvebirin û organîzekirina pêvajoyê hebe."
- Divê hikûmet berpirsiyarê hilde ser milên xwe
Yuksekdag got: "Kîngê ku her du aliyan got 'em ji bo mizakereyê li ser masê rûniştin û me dest bi hevdîtinan kir' dê wê çaxê merhaleye nû dest pê bike. Divê pêvajo di çarçoveya salnameyekê de bi awayekî berbiçav bê plankirin. Lewra dem dema mizakereyan e. Heta derbasî merhaleya mizakereyan nekin dê ravekirineke berbiçav jî neyê kirin. Jixwe em amade ne. Hikûmetê amadehiyên xwe yên ji bo mizakereyê temam nekirin. Em dixwazin ku di nav du hefteyan de hikûmet ji bo mizakereyan biryarê bide û dest bi mizakereyan bike. Ji bilî zagona çarçove divê hin gavên qanûnî yên din bên avêtin. Ji vana yek berdana girtiyên nexweş e.
Ji ber ku ev nayê avêtin destpêkirina mizakereyan jî dijwartir dibe. Birêz Ocalan ji bo ku ev pirsgirêk berî hilbijartinê bê çareserkirin hewl dide. Ocalan bi hewldaneke yekalî ev pêvajo heta îro birêve bir. Gihand vê astê. Ji ber vê yekê divê êdî hikûmet gavekê biavêje û ev pêvajo ne bi aliyekî, bi hewldana hemû aliyan bê birevebirin. Hikûmet divê berpirsiyeriyeke cidî hilde ser milê xwe ku pê bigihêjin encameke baş."