ANKARA
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş beriya civîna MYKyê ya partiya xwe pirsên rojnamevanan bersivand.
Demirtaş li ser pirsa der heqê Lijneya Wezîran a berwext de wiha got: "6 milyon însanî ray da û heqê 6 milyon însanî 3 wezîrtî ye. Em ê jî heqê 3 wezîrtiyê ku ya civakê ye, ya hilbijêrên me ye, teslimî hilbijêrên xwe bikin."
Demirtaş li ser pirsa der barê lîsteya hilbijartinê de jî wiha got: "Rêziknameya partiya me çi be, wê dîsa wisa be. Di vî warî de guman tuneye. Beriya çend mehan parlementer hatin hilbijartin, dîsa hewce nake ku bi lîsteyeke cuda û berfireh derkevin pêşberî civakê. Hevalên me hê dest bi xebatan jî nekirine. Civakê erênî li vê lîsteyê nihêrî. Kêm zêde li gor texmîna min em ê bi lîsteyeke wiha derkevin hizûra gel."
- "Em ê di vê hikûmetê de cî bigirin"
Demirtaş li ser pirsa "Di mijara navên wezîran de di medyayê de qala hin navan tên kirin. Hûn vê çawa dinirxînin?" wiha got: "HDP dikare Tirkiyeyê baş îdare bike. Ji bo îdarekirineke adil em ê di hikûmeta hilbijartinê de cî bigirin. Hemû hevalên me dikarin vê wezîfeyê bikin û di hikûmetê de wezîriyê bikin. Di ser navan de nîqaşên li ser HDPyê rast nînin û meşrûiyeta HDPyê nabe mijara nîqaşê. Em ê di hikûmetê de wezîfeya xwe bikin. Ev heqê civakê ye. Em ê heqê civakê teslim bikin."
Demirtaş li ser pirsa "Di mijara wezîrtiyê de hûn ê tevlî meseleyê bibin?" wiha got: "Ferq nake, lewra ev hikûmeteke berwext e. Ev koalîsyon filan nîne. Kîjan wezîrtî dibe bila bibe, zêde ferq nake. Lê tenê em temsiliyeta Lijneya Wezîran girîng dibînin. 6 milyon însanî ray da û heqê 6 milyon însanî 3 wezîrtî ye. Em ê jî heqê 3 wezîrtiyê ku ya civakê ye, ya hilbijêrên me ye, teslimî hilbijêrên xwe bikin."