28 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2016
GAZÎANTEP
Fermandarê Tugaya Siltan Mehmet Fatîh a Eniya Tirkmenan a Sûriyeyê Mehmûd Silêman wiha got: "Li korîdora di navbera Azez û Cerablûsê da ku 110 kîlomêtro ye û bi piranî tirkmen lê dijîn, heger herêma biewle çêbe wê xeyala PYDyê ya ji bo Kurdistanê pêk neyê."
Silêman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li Heleba Sûriyeyê û dorberê li dijî Rûsya, DAEŞ û PYDyê şer dikin.
Silêman destnîşan kir ku nahêlin li nav Helebê û bakurê wê rejim pêşva here û got ku Rûsya alîkariya siyasî û çekan li PYDyê dike.
Silêman diyar kir ku PYDyê ji herêma Malikî berê xwe daye Azezê û wiha xeberda: "Em li eniya Harceleyê jî li dijî DAEŞê şer dikin. PYD dixwaze korîdora ji Kobanêyê heta Efrînê bi dest bixe û dewleta Kurdistanê ya mezin ava bike. PYD li herêma Efrînê jî ji rejimê alîkariyê distîne. Dixwaze bi alîkariya Rûsyayê neft û xaza Sûriyeyê bi dest bixe."
Silêman diyar kir ku dixwazin 152 gundên tirkmenan ên di navbera Azez û Cerablûsê da ji DAEŞê xilas bikin û got ku heta niha 35 hezar cangoriyên wan çêbûne.
Silêman destnîşan kir ku li bakurê Helebê di şerê li dijî PYDyê da balafirên Rûsyayê êrîş dikin û alîkariya PYDyê dikin û wiha got: "Li korîdora di navbera Azez û Cerablûsê da ku 110 kîlomêtro ye û bi piranî tirkmen lê dijîn, heger herêma biewle çêbe wê xeyala PYDyê ya ji bo Kurdistanê pêk neyê."
Silêman diyar kir ku di heyamên dawîn da herî zêde li dijî PYDyê şer dikin û got ku PYD bi çekên ku ji Rûsyayê distîne dixweze li herêmê bi ser bikeve.